Çalakiya li Mêrdînê di roja 22'yan de berdewam kir
- 13:55 9 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera DHP'ê Pero Dundar, ya ku di çalakiya rûniştiyê ya li dijî qeyûman de axivî, diyar kir ku rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe û ev tişt got: "Ji bo pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê hatin kirin li Mêrdînê çalakî da destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin di roja 22'emîn de berdewam kir. Çalakvanên ku ji ber pevçûnên demên dawîn ên li bajêr çalakiya xwe di bin dorpêça polîsan de berdewam dikin, tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li ber Avahiya HDP'ê ya Mêrdînê hat dayîn de pankarta bi dirûşma " Îradeya gelan nikare bê desteserkirin" hat vekirin. Daxuyanî bi tevlibûna parlamenterên HDP'ê Necdet Îpekyuz, Huda Kaya, Sidik, Taş, Pero Dundar û bi sedan welatiyan hat dayîn.
'AKP û MHP li dijî kurdan polîtîkayên qirêj kirine dewerê'
Daxuyaniya ku di bin dorpêça polîsan de hat dayîn ji aliym parlamentera DHP'ê Pero Dundar ve hat xwendin û wiha hat gotin: "AKP û MHP li ser malbatên me dixwazin xwe biparêzin. Bi anîna du sê malbatan li ber partiyê re dixwazin polîtîkayên xwe kûr bikin. MHP li Tirkiye û li Kurdistanê îflas kiriye. Soylu radibe û rûdinê li derbarê kurdan û şaredariyan de diaxive. Kurdan rêya şer li AKP û MHP'ê girtine. Bi danîna malbatan li ber partiyê jî dixwazin vê bikin. Em jî zarokên xwe dixwazin û em jî dixwazin kujerên malbatên me derxînin pêş darazê. Hûn di serî de hesabê vê bidin. Ez bang li jinên li ber partiyê dikim û dibêjim werin em herin ber avahiya AKP -MHP'ê rûnên û hesap ji wan bipirsin. Bi polîtîkaya ku çil sal e berdewam dikin tenê polîtîkayên şer pêş xistin. Lê em ê nebin aliyê şer."
'Rêya çareseriyê Îmralî ye'
Pero di berdewamiyê de anî ziman ku rêya çareseriyê Îmralî ye û got ku ew bi hikûmeteke ku ji goran ditirse re rûbirû ne. Pero diyar kir ku tu fêdeya tursê tune ye û wiha berdewam kir: " Eli gel van hemûyan em ê xwe bikin yek û bi hev re bimeşin. Ger ku AKP vê qebûl nake bila li Tirkiyeyê hilbijartinê beşta bike û sendoqan rake. Ji bo destkeftiyên jinan û pergala hevserokatiykê em ê lidijî êrîşan li ber xwe bidin. Wê kesek ji dîrok û pêşeroja xwe tawîzê nede û kurd tucarî ji nasnaya xwe tawîzê nadin."
Pero herî dawî diyar kir ku li gel çalakiya wan tê astengkirin jî ew ê sibe biçin Parka Karayollariyê û çalakiya xwe pêk bînin.







