‘Desthilatdariya AKP’ê civak ber bi aloziyê ve bir’
- 09:12 10 Îlon 2019
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Endama Komîsyona Wekheviyê ya girêdayê SEP’ê Gokçe Şenturk diyar kir ku bi hezaran Emîne Bulut ya nexwest bimre û keça wê ku nexwest dayika wê bimre hene û wiha got: “Di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber hewldana muhafazakariyê civak ber bi aloziyê ve çûye.”
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestinin (KCDF) diyar kir ku di meha tebaxê de 5 jin hatin qetilkirin. Kuştinên jinan bi awayekî cidî zêde bûne, mêrên bi destûr ji girtîgehan derdikevin jî qetilkirina jinan berdewam dikin. Herî dawî Emîne Bulut bi qêrîna ‘ez naxwazim bimrin’ hat qetilkirin. Pêşniyara çareseriyê ya dewletê dîsa darvekirin bû. Jin jî ji bo çareseriyeke mayînde têdikoşin.
‘AKP civakeke ku jinê hepsê malê dike hedef dike’
Endama Komîsyon Wekheviyê ya girêdayê Partiya Kedkarên Sosyalîst Gokçe Şenturk, da zanîn ku hejmara jinên di 2019’an de hatine qetilkirin 250 derbas kiriye û wiha got: “Van tiştan wek mijarên munferît nîşanê civakê didin. Tenê wek ji aliyê hevjîn, destgirtî û birayên wan, li kolanê ji aliyê mêran ve rastî tacîz û tewazê hatine an jî hatine kuştin nîşan didin.”
‘Gelek sedemên zêdebûna kuştinên jinan heye’
Gokçe daxuyakirin ku gelek sedemên zêdebûna kuştinên jinan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev di heman demê de girêdayê krîza aborî û muhafazakariya civakê ye. AKP hedef dike jinan hepsê malê bike, dengê wan derkeve û civakek wisa biafirîne. Der barê vê de jî pêngavan davêje. Wezareta jinê, veguhertin Wezareta Malbat û Polîtîkayên civakî. Jin di qada îstîhdamê de cih nagirin û bi krîza aborî re xizanî zêde bû. Ji ber vê jî civakek aloz dertê holê. Ev di civakê de ji bo jinê du caran cehnemê dide jiyîn. Ev bi kuştinan ne munferîtin. Ev girêdayê pergalê ye. Derdikeve holê ku hemû polîtîkayên AKP’ê cînayetên jinan zêdetir dike.”
‘Divê tevgereke topyekun bê destpêkirin’
Gokçeyê bi lêv kir ku der barê pêşîgirtina kuştina jinan de gelek qanûn hene lê pêk nayên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî kuştina Emîne Bulut, di çapemeniya civakî de dîmenên cidî derketin holê. Derket holê ku cînayetên jinan ji ku dertên holê. Dîmenên aşkera yên ku vê aşkera îfade dike derdiket holê. Der barê nefeqeyê de jî heman tişt derketin. Divê ji bo vê jî tevgereke topyekun derkeve holê. Yên têkoşîna jinê didin divê tenê ji bo kujer ceza bigirin, nebe. Divê em çareseriyekê pêşniyar bikin. Divê em civakeke ku jin nayên qetilkirin, rastî tacîz û tecawizê nayên hedef bikin. Divê çareserî di vir de be.”
‘Wekhevî tunebe cînayet ji holê ranabin’
Gokçe bi lêv kir ku piştî kuştinên hovane şûnde nûnerên siyasî neçar mane hinek bersivan bidin û dawî li axaftina xwe anî: “Serokomar tiştek got. Kesên berpirsên sereke yên kuştinên jinan, qaşo çareseriyên radîkal pêşniyar dikin û di îdiaya ku wê pêşî li cînayetan bigirin de ne. Ji nûve darvekirin anîn rojevê. Lê ev pisgirêkê çaerser nake. Bi hezaran Emîne Bulut ya nexwest bimre û keça wê ku nexwest dayika wê bimre hene.”







