KCD: Ji bo demokrasiyê roj roja têkoşînê ye

  • 13:29 10 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî siyasetmedarên hatin binçavkirin daxuyanî da û xwest hemû siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest bên berdan got: "Roj roja têkoşîna li hemberî faşîzmê û avakirina Tirkiyeya demokratîk e." 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî siyasetmedarên ku hatin binçavkirin de daxuyaniya nivîskî da çapemeniyê. KCD'ê, di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP'ê ya faşîst di salên dawî de li hemberî hêzên demokratîk ên mûxalîf, hêzên azadîxwaz û dorhêlên ku wekî wan nafikir e ji hêla daraza AKP’ê bi hincetên cûr be cûr tên binçavkirin û girtin. KCD'ê da zanîn ku ji siyasetvanan heta endam û rêveberên Saziyên Sivîl, ji akademîsyenan heta rojnamegeran, ji jinan heta ciwanan,  ji extiyar heta zarokan hemû civak bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ne.
 
'Tirkiye veguheriye girtîgeha vekirî'
 
KCD'ê bal kişand ser binçavkirina siyasetmedaran û wiha cih da daxuyaniyê: "Vê sibehê jî li Stenbolê, Hevserokê ESP’ê birêz Şahîn Tumuklu û rêveberên partiye, li Wanê jî rêveberên HDP û delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de gelek hevalên me hatin binçavkirin.  Welatê me bi destê tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê veguheriye girtîgeha vekirî. Hemû kesên ku wekî xwe nafikirin bi rêya darazê derdest dike. KCD ji sala 2007’an û vir ve bi delegeyên xwe yên hilbijartî, ji bo civakek demokratîk û azad  ava bike, ji bo pirsgirêka Kurd di çerçoveya Yekîtiya Neteweya Demokratîk de bê çareserkirin têkoşînê dide. Hemû xebatên wê ji raya giştî re zelal û aşkere ne. Ligel vê yekî jî, daraza AKP’ê xebatên wê krîmînalîze û asteng bike.  Di vê çarçoveyê de gelek delege û endamên Dîwanê bi awayekî bê hiqûqî tên binçavkirin û girtin. Ligel vê yekî jî heta niha tu sûc nehatine tesbîtkirin. Xebatên KCD’ê ligel hemû êrîşên faşîzane û bê hiqûqiyan jî didome û dê her dem bidome." 
 
'Li hemberî gel bêtahamuliyê dikin'
 
KCD'ê, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirina mafan û wiha lê zêde kir: "Di serî de li girtîgeha Îmraliyê tê xwestin ku li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê îşkence û binpêkirina mafên mirovan bê rewakirin. Polîtîkayên îşkence û hov di hemû jiyana civakê de tê sepandin. Di pergalên faşîst de derve û hundir tuneye. Li hemberî hemû civakê qirkirina siyasî pêk tê. Li hemberî îşkence û her cûre êrîşan gelê me bi mafê xwe yê demokratîk û xwezayî vê yekî red dike. Gelê me, li hemberî zîhniyeta ku qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kir, xwedî li vîna xwe derket û bi awayekî demokratîk çalakiyên xwe didomîne. Êrîşên ku li hemberî gel pêk tên bêtahamuliya AKP-MHP’ê ya li dijî demokrasiyê derdixe holê." 
 
'Ji bo demokrasiyê roj roja têkoşînê ye'
 
KCD'ê herî dawî bang li hemû hêzên demokratîk kir û wiha bi dawî kir: "Têkoşîna demokratîk û rewa ya li hemberî zîhniyeta faşîst û qirker mafê ji hiqûqa Netewî û makezagonî ye. Li hemberî helwesta dijmin a li dijî demokrasiyê û ji bo parastina demokrasiye em banga têkoşînê li hemû gelên xwe û dorhêlên demokratîk dikin. Em dixwazin hemû siyasetmedarên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Roj roja têkoşîna li hemberî faşîzmê û avakirina Tirkiye’yek demokratîk e."