Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
- 16:31 10 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçim Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê heziranê û 7'ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê hevdîtin kiribûn.







