Xebatên kampanyaya TJA`yê bi civînan berdewam dike

  • 08:54 11 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Kampanyaya ku TJA`yê bi diruşma “Ji bo aşitiyeke bi rûmet tu ji rabe ser piyan” daye destpêkirin li taxan bi civînan didome. 
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) kampanyaya ku bi dirûşma“Ji bo aşitiyeke bi rûmet rabe ser piyan” dayê destpêkirin berdewam dike. Li taxa girêdahî navçeya Artemetê taxa Esenlerê bi tevlîbûna parlementera HDP`ê ya Rihayê Ayşe Surucu,Aktivîstên TJA`yê û jinên taxê civîn hate li dar xistin. 
 
`Divê em her qadên jiyanê veguherînin têkoşînê`
 
Civîn bi axaftina Parlementera HDP`ê ya Rihayê Ayşe Surucu destpê kir. Ayşeyê bal kişand ser girîngiya kampanyaya TJA`yê û wiha axivî;“Êdî dayîk naxwazin hêstirên çavan bibarin.  Kampanyaya ku me daye destpêkirin li dijî şîddetê,li dijî kuştina jinan e. Ji ber wê divê em xwedî li vê kampanyayê derbikevîn. Bi tayinkirina qeyûman pergala hevserokatiyê hate hedef girtin. Ji ber ku li dijî hevpariyê ne û ji ber wê ji êrîşî deskeftiyên jinan dikin. Em niha li dijî qeyuman li qadan dengê xwe bilind dikîn. Dê têkoşîna me ya li dijî hişmendiya dagirker heta dawiyê bidome. Bi vê minesebetê em dixwazin jin piştigiriyê bidin kampanyayê û li her qadên jiyanê xeta têkoşînê mezin bikin.” 
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.