Sevîlay Çelenk: Tişta divê bê kirin vegerandina me ya li peywirê ye
- 09:17 11 Îlon 2019
- Rojane
ENQERE- Akdemîsyen Sevîlay Çelenk ku bi hinceta îmze avêt binê danezana ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’ hat darizandin û berat kir, wiha got: “Ji vir şûnde tişta divê bê kirin ev e ku KHK’a bi encamên wê bê betalkirin û em li peywira xwe bên vegerandin, pasaportên me bên dayîn. Ev tabloya şermê zêde nikare bê berdewamkirin.”
18 Akademîsyenên Aştiyê ku bi hinceta danezana ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ îmze kirin û ji pîywirê hatibûn îxrackirin der barê wan de cezayê dîsîplînê hatibû dayîn. Li van kesan ji sûcê propaganda rêxistinê’ doz hat vekirin û beşek ji akademîsyenan xistibûn girtîgehê. Piştî biryara Dadgeha Destura Bingehîn a ‘binpêkirina mafan’ şûnde 18 akademîsyenan berat kir.
Yek ji van Akademîsyenan jî Doç Dr. Sevîlay Çelenk ya li Zanîngeha Enqereyê hîndekara Fakulteya Ragîhandinê bû. Sevîlay Çeleng ku ji doza li 28’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dihat darizandin berta kir, der barê rewşê de axivî.
Sevîlayê diyar kir ku tasfiyeya ku akademîsyenên aştiyê jiyane, ji ber şertên OHAL’ê jiyane û got ev êrîşeke giran ya li hember azadiya fikr û ramanê, azadiya akademîk bûye.Di vê pêvajoyê de akademîsyenên azadîxwaz, demokrat û nêrîna çep hatin tasfiyekirin. Îmzekirina danezana ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ ji bo tasfiyekirina akademîsyenan hinceteke xurt bû. Me aştî dixwest. Ji bo em balê bikşînin ser binpêkirinên mafan yên dema qedexeyan de, me mafê gotina xwe bikar anîn. Hem biryara DDB û hem jî beratkirinên me vê nîşan dide.”
‘Me serî netewand’
Sevîlayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wan tu carî li dijî tasfiyeyê serî netewandine û got: “Em xwedî li gotin û xwe derketin. Me bi piştevaniyê û her wiha me her cureyê mexduriyetê red kir û me xebatên xwe yên akademîk, dersên xwe, nivîs û bernameyên xwe berdewam kir. Ji vir şûnde tişta bê kirin radestskirina peywira me ye. Me aştî xwest û em ê her tim jî aştiyê bixwazin.”







