Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê didome
- 09:40 11 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ambargoya PDK'ê ya li ser Mexmûrê ket roja xwe ya 56'an. Nexweş jî di nav de çûyin û hatina gelê Mexmûrê tê astengkirin. Ji bo rakirina vê dorpêçê komek Dayikên Aştiyê ev 11 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Ji 17'ê Tîrmihê ve ye ambargoya PDK'ê ya li ser Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) didome. Ambargoya PDK'ê ya li ser Mexmûrê ket roja xwe ya 56'an. Nexweş jî di nav de çûyin û hatina gelê Mexmûrê tê astengkirin. Ji bo rakirina vê dorpêçê komek Dayikên Aştiyê ev 11 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Dayikên Aştiyê diyar dikin ku ew ê bi biryardayineke xurt heta ku ambargo rabe çalakiya xwe bidomînin.







