Malbatên ku cenazeyên xwe çûn bigirin lêdan xwarin

  • 09:51 11 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Malbata ku çûn cenazeyê Halil Erdem ê ku di pevçûna li Gundê Mahsertê û Nisebînê  jiyana xwe ji dest daye, ji nexweşxaneyê bigirin li morgê lêdan xwar. Hat îdiakirin ku malbatê ji aliyê cerdevanan û polîsên tevgera taybet lêdan xwariye. 
 
Di 7'ê Îlonê de li Gundê Mahsertê û Nisebînê pevçûnên dijwar hatibû jiyîn û di encamê de Halîl Erdem ê HPG'î jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Halîl Erdem ji Nexweşxaneya Mahsêrtê girt û li Goristana Yeni Mohris hat definkirin. Hat îdiakirin ku malbatê ji aliyê cerdevanan û polîsên tevgera taybet lêdan xwariye, heqaret li malbatê hatiye kirin. Li gor îdiayan polîsên tevgera taybet ji malbatê gotiye "A ji we re berateyê we hûn dixwin hûn çi dikin bikin".
 
Her wiha hat hînbûn ku cenazeyê du HPG'yan ên ku di 22'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabûn li goristana bêkesan hatiye definkirin.