Dersîm Dag: Li dijî qeyûman em ê her roj li qadan bin

  • 13:55 11 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Dersîm Dag a HDP'î di 24'emîn çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê ya li dijî tayinkirina qeyûman de axivî: Dersimê got:"Têkoşîna me ya li kolanan a li dijî qeyûm ew ê bidome. Em ê bertekên xwe bidomînin."
 
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman a li Mêrdînê ya ku HDP'ê dest pê kiriye di roja 24'emîn de bi dorpêçkirina polîsan didome. Parka Karayolari ya ku çalakî îro jî lê hat kirin dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Têketina avahiya HDP'ê ya Mêrdînê  jî ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan destûr neda ku Parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Meral Daniş Beştaş, Ebrû Gunay, Sidik Taş, Omer Ocalan, yên partîyî, Dayikên Aştiyê yên ku xwestin biçin çalakiyê. Piştî pevçûna di navbera polîs û parlamenteran de çalakiya rûniştinê dest pê kir. 
 
Heyeta ku li ber pankarta "Îradeya gel nayê xespkirin" rûnişt ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelê ku bi TOMA û wesayeta zirxî hat dorpêçkirin bi tilîlî û stranan çalakiya xwe dewam kir. 
 
'Bila îktidar li dijî kurdan şer dest pê neke'
 
Di çalakiya ku du saetan dewam kir de Dersîm Dag axivî û got:"Li dijî qeyûman em ê her roj li qadan bin. Em ê bertekên xwe her nîşan bidin. Heta ku em şaredariyên xwe paşde bigirin em ê her roj li qadan bin. Gelek endamên meclîsên HDP'ê jî bi dûr xistin. Em ji serî de li dijî zihniyeta yekzilamî li berxwe didin. Em îro jî vê têkoşînê didin. Me li dijî pêkanînên faşîst serî netewand û em natewînin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû.