Ayşe Surucu: Deng bidin banga Ocalan a aştiyê

  • 15:55 11 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di roja 24’emîn Nobeta Demokrasiyê de axivû û got: “Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji polîtîkayên qeyûm berde. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiyek birûmet bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin.”
 
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 24’emîn de berdewam kir. Parlementerên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan Mehmet Kamaç, Dayikên Aştiyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarata “Ne vîna qeyûm, vîna gel em dixwazin” hat vekirin. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Mehmet Kamaç di çalakiyê de axivîn. 
 
'Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî vê xespê berdewam bikin'
 
Ayşe, diyar kir ku 3 şaredariyên bajarên mezin ji aliyê qeyûm ve hatin xespkirin û wiha axivî: “Ne tenê qeyûm tayînê hevşaredarên me kirin. Di heman demê de qeyûm tayînî vîna gelê me, ciwanên me, jinan û vîna 3 bajarên me kirin. Em çarek din qeyûmên vîna gelê me xesp kirin, şermezar dikin. Qeyûm dijminê jin û gelane. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî vê xespê berdewam bikin.” 
 
'Malê jinan girtin’
 
Ayşe, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman destkeftiyên jinan hedef girtin û wiha got: “Malê jinan girtin. Bi girtina malên jinan, me dît ku tundiya li dijî jinan zêdetir bû. Pergala qeyûm dixwaze jiyanê ji jin û civakê teng bike. Birêz Ocalan banga ‘ez dikarim pirsgirêka Kurd di hefteyekê de çareser bikim’ ji bo desthilatdariyê kiribû. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da bang Birêz Ocalan.” 
 
'Tenê aştî dikare vî welatî rizgar bike'
 
Ayşe, dest nîşan kir ku ew her roj bi kaosekê din şiyar dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ku dieç kaos mezintir dibe. Ji bo ku ev kaos bi dawî bibe, berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Tekan muxatabê aştiyek birûmet jî Birêz Ocalane. Em carek din bang  li desthilatdariyê dikin; dest  ji polîtîkayên qeyûm û xespkirina vîna gel berdin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyek birûmet bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin. Tenê aştî dikare vî welatî rizgar bike.” 
 
'Tekane çareserî rêbazên aştiyê ne'
 
Piştre Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan Mehmet Kamaç jî, axivî û wiha got: “Tekane çareserî rêbazên aştiyê ne. Divê hemû kes li dijî qeyûman têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Çalakî bi rûniştina çalakiyê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.