ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 12 Îlon 2019
  • Rojev
 
* Bi dawîbûna betlaneya havînê, xwendevanên Efrînê dest bi dibistanan kirin. Mamoste û xwendevanan hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em bi zimanê dayikê dixwînin û li hember dijmin dibin bersiv."DÎMEN HEYE
 
* Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn her tim di xizmeta gelê herêmê de ye. Xebatkara Nexweşxaneyê Henûf Ibrahîm got: "Heta ji destê me tê em hewl didin ku xizmetek baş ji gel re bikin."DÎMEN HEYE
 
*Seroka Desteya Rêveber  a Meclîsa Jinê ya Eyn Îsa, Cîhan Xidiro  derbarê xebatên salekê yên desteya jinê de nirxandin kir û got: "Armanca me em yekîtiya tevahî jinên Sûriyeyê ava bikin û nasnameya bingehîn a jinan destnîşan bikin."DÎMEN HEYE
 
*Şaredariya Hezexê ya HDP’ê, Rojên Sînema, Şano û Konseran ku wê 3 rojan berdewam bike li dar dixe. Derbarê mijarê de Hevşaredara Hezexê Songul Erden axivî û bang hemû kesî kir ku tevlî bernameyê bibin û wiha got: “Divê em xwedî li çand û hûnera xwe derbikevin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku ‘wê ewil hesab bidin jin û dayikan’ û bertek nîşanê qeyûman dan. Jinan li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê kirin û wiha got: “Me soza têkoşînê daye. Ji vir şûnde wê kîjan êrîş, zext û komujî bi me şûnde gavê bide avêtin?”BI DÎMEN 
 
*Dîdar Gul a SKM’î ku dema ji mala xwe derdiket, bi hewldana revandinê re hat rû hev, diyar kir ku berê jî ji aliyê kontragerîlayan ve rastî tehdîdan hatiye û wiha got: “Ez ê li dijî mejiyê dewleta ku ji jinan ditirse, her tim têkoşîna xwe bimeşînim.”BI DÎMEN 
 
*Yek ji parlamenterên HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ku 25 roj in tevlî çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê ya li dijî qeyûman dibe wiha got: “Hikûmet bi qeyûman re dixwaze şerekî kûr bide destpêkirin. Lê gelê ku li alî aştî û demokrasiyê ye ji tehdîdên wan natirsin. Wê desthilatdariya bi xwînê xwedî dibe bi têbikoşînê biçe.” BI DÎMEN
 
*Endama Tora Parastina Jinan Ceren Înan da zanîn ku der barê Şaredarê AKP’î Mehmet Tahmazoglu ku pirtûkên şîdeta li ser jinan diparêze belav kiriye de serlêdana sûc kirine û got: “Em ê şopdarên dozê bin. Divê rêveberiyên herêmî di polîtîkaya xwe de feraseteke şaredariyê ya ku weheviya zayenda civakê esas digire pêş bixînin.” 
 
*Kongreya TAJÊ ya yekem li Şengalê pêk hat. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku ji bo xwerêxistinkirina jinê lidarxistina kongreyê gavek girîng bû û wiha gotin:"Ji bo jin li dijî hemû êrîşan hişyar be û bikaribe xwe biparêze di her qadê de xebat û xwerêxistinkirin pêwist e. Ji bo xebat û xwerêxistinkirinê kongreya TAJÊ ya yekem xwedî cihekî taybet e." BI DÎMEN