‘Wekheviya zayenda civakê esas bigirin’
- 09:10 12 Îlon 2019
- Rojane
Gulîstan Azak
MERSÎN - Endama Tora Parastina Jinan Ceren Înan da zanîn ku der barê Şaredarê AKP’î Mehmet Tahmazoglu ku pirtûkên şîdeta li ser jinan diparêze belav kiriye de serlêdana sûc kirine û got: “Em ê şopdarên dozê bin. Divê rêveberiyên herêmî di polîtîkaya xwe de feraseteke şaredariyê ya ku weheviya zayenda civakê esas digire pêş bixînin.”
Li gorî Platforma Em ê Kuştinên Jinan rawestînin di sala 2016’an de 328 jin, di 2017’an de 409 jin, di 2018’an de jî 440 jin hatine qetilkirin her wih di 8 mehên ewil yên 2019’an de jî 294 jin hatine qetilkirin. Jinên li dijî kuştinên jinan dengê xwe bilkin dkirin bi pankarta ‘Ez naxwazim bimrim’ daketin kolanan û xwestin Peymana Stenbolê pêk bê, siyasetmedarên AKP’ê jî polîtîkayên xwe yên der barê qetilkirina jinan de berdewam kirin.
Şaredarê Şahînbeylî yê Dîlokê yê AKP’ê Mehmet Tahmazoglu wek berdewama polîtîkayên dijminahiya jinê pêngavek avêt. Şaredarê AKP’î Mehmet Tahmazoglu, pirtûkek bi navê ‘Saadeta malbatê’ ya ku ji butça şaredariyê çêkir û li kesên nû dizewicin belav dikin, îfadeyên wekê ‘Jin ne li nav gel, li malê wê lêdanê bixwe. Li jinê nexin û navêjin derve. Mêr ji kesî re wê nebêje min li jinê xistiye’ derket holê. Li dijî vê helwestê ji jinan bertek jî dereng nema. Tora Parastina Jinan a Mersînê der barê Mehmet Tahmazoglu de di rojên borî de serlêdana sûc kir.
‘Bi fermana desthilatdariyê jin hedef tên girtin’
Endama Tora Parastina Jinê Ceren Înan da zanîn ku çavkaniyên cemawerî yên herêmî ji bo şîdet bê rewakirin û zêdekirin tên bikaranîn û got der barê şaredarê AKP’î Mehmet Tahmazoglu yê pirtûkên ku pesnê şîdetê didin belav dike de serlêdana sûc kirine û wê şopdarê bûyerê bin. Cerenê wiha got: “Gotinên jinan hedef digirin yên siyasiyan, parçeyeke polîtîka AKP’ê ya der barê jinan de ye. Pirtûka ku şîdetê diparêze heta di vê mijarê de rê û rêbazan nîşan dide ji aliyê şaredariyekê ve tê belavkirin û ev jî tê wateya rewakirin û sazîkirina şîdetê. Saziyeke ku ji parastina ji şîdetê berpirse, şîdetê rêxistin dike û teşwîqî sûc dike.”
‘Gotin wek şîdet dertê pêşberî me’
Cerenê wih dirêjî da axaftina xwe: “Her roj 5 jin tên qetilkirin. Gotinên dijminahiya jinan û pêkanînên wisa, bi destê desthilatdariyê jinê dike hedef. Gotinên desthilatdariyê û tunehesibandina wekheviyê raste rast şîdeta li ser jinan zêde dike, cesaretê dide mêran. Desthilatdarî xwe li ser dijminahiya jinan heyî dike. Têkoşîna ku bi salane jin li dijî têkiliyên serdest yên malbatî dide, serdestiya mêr hejand. Desthilatdariya mêr ji bo jinan biçewisîne jî alavên şîdetê dixe dewrê û polîtîkayên dijminahiya jinê diafirînin e. Di vir de mêran bi bêcezabûnê bi cesaret dike, jinan hepsî şîdetê dikin û çav ber didin mafê nefeqeya wan. Rewakirina şîdeta li ser jinan jî bi hevkariya çapemeniyê tê kirin.”
‘Mafê jinan hedef tê girtin’
Cerenê da zanîn ku destkeftiyên ku di encama têkoşîna mezin a jinan de hatine bidestxistin ji aliyê desthilatdarî û çapemeniyê ve hedef hatine girtin û got êrîşên niha li hember qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê mijara gotinê ne.
‘Em ê şopdarên lêprisîna sûc bin’
Cerenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek Tora Parastina Jinan a Mêrsînê der barê Mehmet Tahmazoglu de serlêdanas ûc kirine û her wiha wê şopdarê serlêdana sûc bin. Cerenê wiha got: “Em ê li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê piştevaniyê mezin bikin û berdewam bikin. Divê rêveberiyên herêmî di mijara şîdeta li ser jinê de feraseta şaredariyeke wekheviya zayenda civakî pêş bixînin. Divê navendên jinan bên pêşxistin û stargehên jinan bên zêdetkirin û li gorî Peymana Stenbolê pêk bên. Em ban li hemû jinan dikin ku li her derê em cihên aydê xwe vebikin. Tora piştevaniyê bihûnin.”







