'Ji bo xweparastinê em rêxistina xwe mezin bikin'
- 09:13 12 Îlon 2019
- Rojane
ŞENGAL - Kongreya TAJÊ ya yekem li Şengalê pêk hat. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku ji bo xwerêxistinkirina jinê lidarxistina kongreyê gavek girîng bû û wiha gotin:"Ji bo jin li dijî hemû êrîşan hişyar be û bikaribe xwe biparêze di her qadê de xebat û xwerêxistinkirin pêwist e. Ji bo xebat û xwerêxistinkirinê kongreya TAJÊ ya yekem xwedî cihekî taybet e."
Yekemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi tevlîbûna 300 delegeyan li Şengalê pêk hat. Têkildarî kongreyê de jinên ku beşdar bûne nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Divê hemû jinên kurd bi destên hevdu bigirin. Ji bo xweparastinê em rêxistina xwe mezin bikin. Ji bo em careke din bi êrîşên mezin rû bi rû nemînin kongreyên bingeha rêxistinê xurt dike girîng in."
'Em xwe bi rêxistina xwe xurtir bikin'
Jina bi navê Mercan Hecî ya ku wek delege tevlî Kongereya yekem a TAJÊ bû nerînên xwe wiha anî ziman:"Îro Em gelek serbilind û kêfxweş in ku kongereya TAJÊ hat lidarxistin. Ji bo careke din em bi fermanan rû bi rû nemînin em hewl didin ku rêxistina xwe xurtir bikin. Em careke din nahêlin ku yên hov êrîşî me bikin. Di warê jiyanek azad û aştiyane de xebatên rêxistinkirinê û xweparastinê gelekî girîng in. Li ser esasê hevgirtinê divê em hemû jinên kurd her dem di nava tevgerê de bin da ku em ji dijmin re nebin pariyek nan. Em xwe bi rêxistina xwe xurtir bikin."
'Ji bo xweparastinê em rêxistina xwe mezin bikin'
Ferîde Şengalî jî wiha got:"Ev kongreya hat lidarxistin ji bo me jinên Êzidî gelek bi wate û girîng e. Di sala 2015'an de TAJÊ hat avakirin. Sal bi sal em sazî û karên xwe berfireh û zêde dikin. Me pêwîstî bi kongereyekê dît û me li dar xist. Me xwest em wek jina Êzidî xwe bigihînin hemû jinan û pirsgirêkên jinan çareser bikin. Ji bo jina Êzidî ji ser axa xwe dûr bikeve gelek siyasetên qirêj hatin kirin. Em nahêlin axa Şengalê vala bimînin. Ji bo jin li dijî hemû êrîşan hişyar be û bikaribe xwe biparêze di her qadê de xebat û xwerêxistinkirin pêwist e. Ji bo xebat û xwerêxistinkirinê kongreya TAJÊ ya yekem xwedî cihekî taybet e. Divê hemû jinên kurd bi destên hevdu bigirin. Ji bo xweparastinê em rêxistina xwe mezin bikin. Ji bo em careke din bi êrîşên mezin rû bi rû nemînin kongreyên bingeha rêxistinê xurt dike girîng in."







