Êlên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn
- 11:53 12 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Lihevkombûna êlên Kurd ên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi dilsoziya bi giyanê pakrewanan re berxwedana me ji bo parastina gel û destkeftiyên me berdewam e", dest pê kir.
Di pêşengtiya Desteya Rûsipiyên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, îro li hola Berdayîs ya bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê lihevkombûna Êlên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Armanca lihevkombûnê ku tevahî êlên Kurd ên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê li hev kom bibin û rewşa herêmê nîqaş bikin û bi taybet êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmê nîqaş bikin.
Li hola lihevkombûnê 13 kon hatin vedan û bi sedan serokeşîrên kurd, her wiha endamên sazî, deste, rêxistin, dezgeh, partî, oldar û hêzên leşkerî amede bûn. Lihevkombûn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Rûsipiyên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê axaftin hat kirin. Di axaftinê de bi xêr hatina hemû kesên amade hat kirin û hat gotin ev rojek dîrokî ye ku îro tevahî Kurd kom bûne û ji bo aramîyê nîqaş dikin.
A niha jî lihevkombûn bi nirxandina rewşa siyasî ya ji aliyê Asya Abdullah didome. Wê paşê mafê axaftinê ji bo kesên amade were dayîn û nerînên xwe bînin ziman. Dê herî dawî jî daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.







