NY: Li Efrînê sûcê şer berdewam e
- 13:53 12 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku dewleta tirk li Efrîn a ku kiriye bin serweriya xwe sûc şer ku tê kirin berdewam dike.
Komîsyona Lêkolînkirinê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya der barê Sûriyeyê ku ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, ji bo 42'emîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî raporek amade kir. Rapor ji 21 rûpelên di encama hevdîtinan, dîmenên ji peykê, wêne û analîzkirina dîmenan de hate amadekirin. Raporê bi berfirehî bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Efrînê ya hatiye dagirkirin û hat destnîşankirin ku li Efrînê binpêkirina mafên mirovan roj bi roj zêdetir dibe.
Di raporê de hate ragihandin ku piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê pirsgirêka ewlekariyê rû daye, pirsgirêk hîn jî didome û ev tişt hat ghotin, "Îşkence, desteserkirin û derxistina kurdan ji cih û warê wan bi destê komên çekdar an jî çeteyan didome. Aqûbeta gelek kesên ku li bendên kontrolê yan jî bi şev ji malên wan hatin revandin hîn nediyar e. Çete ji bo berdana hin mirovên revandine rêjeyeke bilind a pereyan ji malbatên wan dixwazin. Yên ku komên çekdar rexne dikin an jî weke piştevanên rêveberiya berê tên dîtin bi rêk û pêk êşkence li wan tê kirin an jî tên girtin. Her wiha desteserkirin û derxistina mirovan ji warê wan didome."
'Kesên vedigerin bê war dimînin'
Di raporê de hate destnîşankirin ku komên çekdar û malbatên wan, mal û xaka sivîlên Efrînî yên vedigerin warê xwe radestî wan nakin û hate gotin, "Gelek mirov ji bo careke din mala xwe werbigirin neçar dimînin ku gelek pereyan bidin komên çekdar. Mirovên ku darên wan ên zeytûnê hene ya malên wan tên desteserkirin an jî ji wan mirovan bac tê wergirtin."
'Talaneke mezin tê kirin'
Di raporê de her wiha hate ragihandin ku gelek mîrateyên çand û dîrokê ji aliyê komên çekdar ve hatine talankirin, di vê der barê de raporên nû gihîştine komîsyonê û hate gotin, "Komên çekdar ên alîgirê tundiyê, li devera ku lê ne mafên jinê bi rengekî dijwar ji nedîtî ve tên. Bi zorê dixwazin jin û zarokên keç xwe binixumînin. Her wiha jin û keçên ji nuqteyên kontrolê derbas dibin tacîz dikin."
'Ev dijqanûnî hemû di bin kontrola tirkan de tê kirin'
Di raporê de hate destnîşankirin ku rayedarên dewleta Tirk li pêşberî kiryarên komên çekdar bêdeng dimînin û daxwazên mexdûrên ku giliyê wan dikin ji nedîtî ve tên û hate gotin, "Komîsyonê ti hewldaneke erênî nedît ku meqamên Tirk bixwaze komên çekdar kontrol bike an jî sûc û binpêkirinên mafên mirovan asteng bikin. Rayedarên Tirk rêxistiniya îdarî, dadgerî û rêvebirinê kontrol dikin, fînanse û koordîne dikin. Dadger û dozgerên li herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tên hilbijartin û tayînkirin. Karmendên Kurd ji kar tên derxistin û li şûna wan Ereb tên tayînkirin."
Di raporê de hate ragihandin ku ya li Efrînê diqewime di çarçoveya sûcên şer de ye û wiha hat gotin, "Kiryarên komên çekdar ên li dijî sivîlan weke; revandin, îşkence û desteserkirin nîşan didin ku sûcên şer ên tên kirin wê bidomin."
Di raporê de her wiha rewşa kampên Hol, Roj û Ayn Îsa yên ku malbatên DAÎŞ'iyan li wan deveran e tê nirxandin û tê gotin, li kampa Holê pirsigrêkên xwarinê, enfeksiyon û gelek nexweşiyên din ên 70 hezar mirovên li wê deverê hene. Di beşa dawî ya rapora ji 21 rûpelî de ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li xaka Sûriyeyê pêşniyar ji Koalîsyona Navneteweyî, hêzên dagirker, rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatin kirin.







