'Ji civakbûyina jinê ditirsin'

  • 15:45 12 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Di daxuyaniya 25'emîn roja çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman de hat gotin ji civakbûyina jinê ditirsin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan li dijî tayinkirina qeyûman ên li Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê da destpêkirin. Di Di daxuyaniya 25'emîn roja çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman de hat gotin dixwazin paşverûtiyê ferz bikin. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Ayşe Surucu, Hasan Ozguneş, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe ya qeyûm dewsa wê hat tayinkirin, Rêveberiyên bajar û navçeyan ên HDP'ê,  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê ya li ber avahiya navçeya Îpekyolu ya HDP'ê bûn.  Pankartên  “Wan, Mêrdîn, Amed ya me ye”, "Dê qayim biçe gel were","Em ê serî hildin û bi ser bikevin" hatin hilgirtin. 
 
'Dixwazin paşverûtiyê ferz bikin'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş komkujiyên di serdema darbeya 12'ê Îlonê bi bîr xist û got:"Kenan Evren digot qey serkeftinek bi dest xistiye. Kenan Evren li qadan Kurani Kerim bi kar anî, imam xetîp, terîqat bi hêz kir û xwest bi vî rengî desthilatdariya xwe zext bike. Em îro dibînin ku kesên darbe û zilim pêk anîne di çopa dîrokê de tên jibîrkirin."
 
'Ji jinan ditirsin'
 
Hasan bertek nîşan da bêdengiya îtidarê ya li dijî komkujiyên li ser jinan û wiha got:"Ji jinan ditirsin. Çimkî naxwazin jin li tu derê bibin xwedî gotin. Ev hukumet piştgiriyê dide zihniyeta paşverû.  Ji civakbûyina jinê ditirsin."