Welatî û QSD bi hev re bersivê didin êrîşan

  • 18:20 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin xelatî û QSD bi hev re bersivê didin operasyona leşkerî ya tirk. Di van kêliyan de li hemberî gundê Dêrik û Qamişloyê êrîş pêk hatin.
 
Duh li Meclîsê biryara şer a li hemberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn û îro jî operasyon hat destpêkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê hatin girtin, QSD’iyan di çarçoveya parastinê de li Qamişlo, Dêrikê û li ser xeta sînor bersiv dan êrîşan. 
 
Li gorî agahiyên ji herêmê tên wergirtin, welatî jî ji bo parastina ax û gelê xwe tevî QSD'iyan şer dikin. 
 
Di van kêliyan de jî artêşa Tirk bi balafir, obûs û hawanan êrîşê gundê Dêrik û Qamişloyê dikin.