Derdora navçeya Dirbêsiyê tê topbarankirin
- 18:58 9 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk bi obusan derdorê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê topbaran dike. Her wiha li Gundê Mişrefaya kesek jiyana xwe ji dest da û li Gundê Ebû Ziyabîn ên Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûn.
Piştî ku biryara tezkereyê li meclîsê hat erêkirin şûnde dewleta tirk dest bi operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Artêşa tirk bi obusan derdorê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê topbaran dike. Li Gundê Mişrefaya kesek jiyana xwe ji dest da û Ebû Ziyabîn ê Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Hesekê.
Welatiyê bi navê Beşar Ehmed Sincar ji ber rewşa wî ya xeter rakirin nexweşxaneya Saroiya ya bajarê Hesekê.







