Jinên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin

  • 09:34 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Piştî operasyona leşkerî ya dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji bo parastina xwe daketin qadan. Jinên Kobanê yên ku li hemberê êrîşan rabûna û gotin: "Vîna me xurte, em ê têbikoşin û em ê bi ser kevin."
 
Operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Seranserê sînor tê bomberankirin. Şêniyên Kobaneyê bi armanca parastina axa xwe li ser piya ne. Jinên Kobanê yên daketin qadan nêrînên xwe ji ajans me re anîn ziman.
 
'Artêşa Tirk wê rastî bersivên hişk were'
 
Dayika Egîd ji Kobanê cihê xwe di parastina civakê de digire wiha axivî: "Ji bo parastina axa xwe em li qada ne. Em tu carî dagirkeriya tirk li ser axa xwe qebûlnakin. Vîna me xurt e em bi hêz û şervanên xwe bawerin. Em ê li ser axa xwe bin heye serkeftinê.
 
'Li hember êrîşan em bê deng namînin'
 
Ciwana bi navê Hindirîn Hesen ya ji Kobanê wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: "Em daketine qadan bi coş û heyecaneke mezin ji bo piştgiriyê bidin şervanên xwe. Ez banga li şêniyên Kobanê dikin ku dakevin qadan û li hember êrîşên Artêşa Tirk bêdeng nemînin. Dewleta Tirk bi riya van êrîşan dixwaze gelê  herêmê tune bike, lê ev yek wê pêk neyê wê gelê kurd li hember êrîşan li ber xwe bide." 
 
Em ê têbikoşin û bi ser kevin'
 
Her wiha jina ciwan Dilê Berkel jî wiha got: "Li gundên Kobanê yên li ser sînor êrîş hene, gel li wan herêman li ber xwe dide. Em jî wek jinên ciwan daketine kolanan e. Pêwiste gelê Rojava li ber xwe bide çiqas em li ber xwe bidin û têkoşîn bikin ewqas em ê bi ser kevin."