Ji ÎHD'ê daxuyaniyên hemwextî: Ji bo pêvajoyê divê qanûn bên derxistin

  • 14:07 27 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê li gelek bajaran bi hemwextî daxuyanî da çapemeniyê û ji bo pêvajoya bêşer veguhere aştiyeke mayinde daxwaz kir ku qanûneke çarçoveyê ya berfireh bi lez bê derxistin.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Wan, Amed, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Enqere, daxuyanî da çapemeniyê û nirxandinên xwe yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk parve kir. Di daxuyaniyan de hate gotin, "Divê bêçekbûn û aştî bi reformên hiqûqî bêne ewlekirin."
 
Di serî de Amed, navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Stenbol û Îzmîrê li gelek bajaran daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayin û hate destnîşankirin ku ji bo rewşa bêşer veguhere aştiyeke mayinde divê gavên hiqûqî bêyî derengketinê bêne avêtin.
 
Di çalakiya li Amedê de ÎHD'ê ragihand ku ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd pêvajoya heyî firsendên girîng pêşkêş dike û eger bi rengehî hiqûqî neyê garantîkirin zehmet e ku encamên mayinde bi xwe re bîne. Komeleyê işaret bi tecrûbeyên hewldanên beriya niha yên çareseriyê kir û bi bîr xist ku nebûna reformên îdarî û qanûnî pêvajo têk bir.
 
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku bi sererastkirinên qanûnî divê pêvajoya bêçekbûnê bê xurtkirin û bang hate kirin ku "Bêçekbûna pratîkî" bêyî ku bi şertekî din ve bê girêdan, divê bê garantîkirin.
 
ÎHD'ê her wiha têkildarî biryara çekdanînê ya PKK'ê destnîşan kir ku qanûneke çarçoveyê ya berfireh divê bêyî derengketinê bê derxistin. Her wiha ragihand ku qanûna navborî divê vekirî, pêşdîtî û tevgir be; divê ji xwe re bike armanc ku encamên şer hemûyan ji holê rake.
 
Di çalakiyan de ev daxwaz hate kirin:
 
* Di çarçoveya pîvana ewlekariya hiqûqî û jinûve avakirina dewleta hiqûqê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bêne bicihanîn.
 
* Dawî li pêkanîna qeyûm bê anîn û şaredarên ku qeyûm li şûna wan hatine bicihkirin li wezîfeya xwe bêne vegerandin.
 
* Girtiyên nexweş ên ku gef li ser jiyana wan heye û li gelek binpêkirinan rast tên, divê tavilê bêne berdan û di vê mijarê de reformên îdarî û qanûnî bêne kirin.
 
* Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bêne rakirin ku berdana girtiyan bi rengekî kêfî asteng dike, dema înfazê ya girtiyan bi qanûnan bê diyarkirin, astengiyên li pêşiya sûdwergirtina girtiyan ji berdana bi kontrol ji holê bêne rakirin, helwestên ne hiqûqî û kêfî yên ku daxwaza veguherstina li girtîgeha vekirî bêne bidawîkirin.
 
* Li hemberî şaredar, aktorên siyasî, rojnamevan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dawî li tacîza dadgeriyê bê anîn, darizandina negirtî di hemû pêvajuoyên dadgeriyê de esas bêne girtin.
 
* Karker û karmendên ku bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de ji kar hatine avêtin li wezîfeya xwe bêne vegerandin.
 
* Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) bê rakirin, TCK û mewzûatên pêwendîdar li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn jinûve bêne sererastkirin.
 
Bi navê ÎHD'ê ji bo ev firsenda dîrokî ya bi bêçekbûnê û rawestandina şer hatiye bidestxistin veguhere aştiyeke mayinde, em dixwazin ku gavên hiqûqî û siyasî di dema herî nêz de bikevin meriyetê."