Jinên Efrînê: Her dem berxwedan

  • 10:26 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji derxistina Sûriyê dest pê kir şermezar kirin û gotin: "Em ê her tim li ber xwe bidin û têbikoşin.
 
Komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji derxistina Sûriyê dest pê kir li her derê bi çalakiyên cuda hat şermezar kirin. Jinên Efrînên ev komplo şermezarkirin û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
 
'Tekoşîna gel komplo vala derxist'
 
Emel Qehreman derbara salvegera komployê de wiha axivî: "9’ê Cotmehê roja destpêkirina komploya Navnetewî li ser Serok Apo ye û bi êrîş û gefên dewleta tirk  heya roja îro didome. Xwestin bi komployekê Gelê Kurd tune bikin, lê gel berxwedanî û tekoşîna xwe li dijî komployê domandin û armancên dijmin vala derxistin."
 
'Bi berxwedanî wê serkeftinê misoger bike'
 
Hacer Muhemed jî helwestên xwe li hember komploya Navnetewî da nîşan û wiha got: "Em roja destpêkirina komployê şermezar dikin. Em ji bo azadiya Serok Apo her dem û li her deverê li ser piyan bin û di nava çalakiyan de bin. Em ê bi berxwedana xwe bighêjin serkeftinê."
 
'Her dem berxwedan'
 
Ciwana bi navê Sîdra Memo komploya Navnetewî şermezar kir û vegot: "Em wek ciwan derketine kolanan ji bo şermezarkirina komploya Navnetewî yê di şexsê Serok Apo de, em ciwan li ser şopa fikir û felsefeya Serok Apo dimeşin, tucarî em ji fikira wî qut nebûn, dijmin çi dike bila bike, bi îradeya ciwanên kurd nikare. Heya dawiyê em ê bêjin berxwedan."
 
'Wê berxwedanî bidome heya azadiya Serok Apo'
 
Elmez Reşîd diyar kir ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zîndana azad nebe wê tucarî dev ji çalakî û berxwedana xwe nehêlin û wiha pêde çû: "Dijmin xwest bi rêya dîlgirtina Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan Gelê Kurd ji fikir û felsefeya Netewa Demokratîk dûr bixin, lê heya Serok Apo ji zîndana Îmraliyê azad nebe em ê tim û tim di nava çalakî û berxwedaniyê de bin, em êrîş û gefên dewleta Tirk ser Gelê Kurd şermezar dikin."