Kongreya Star: Rabin ser piyan û bi berxwedana me re bibin yek
- 10:46 10 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta tirk de daxuyanî da û gotin: "Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku vê girava azadiyê ya bi bedelên gelek mezin hatiye bidestxistin biparêzin û vê berxwedanê belavî tevahiya cîhanê bikin.
Dewleta tirk, a ku ji bo êrîşî rojavayê Kurdistanê bike bi mehan amdekarî kir, di 9'ê Cotmehê saet di 16:20'an de bi balafirên şer êrîşî gundê Mişrefa yê girêdayî bajarê Serêkaniyê kir. Piştre êrîş hatin berfirehkirin û Qamişlo, Girê Spî, Kobanê Tirbespiyê, Dirbesiyê, Dêrîk û Amûdê hatin bimbebarankirin. Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta tirk de daxuyanî da û êrîş bi tundî şermezar kirin.
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:
Di 9´ê Cotmehê saet 16.20'an de bi bombebarana balafiran a li dijî gundê Mişrefa yê girêdayî bajarê Serekaniyê êrîş hatin destpêkirin. Li gorî agahiyên destpêke, ji sivîl û hêzên QSD'ê birîndar û şehîd hene. Piştî vê êrîşê li dijî Eyn Îsa, Girê Spî, Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Dêrikê jî êrîşên bi top û havanan pêk hatin. Dewleta tirk niha li qada 460 kîlometre ya di navbera Dêrik û Girê Spî de bi balafir û obûsan êrîşên xwe didomîne. Dewleta tirk li qada sînor li hin deran dîwarên sînor radike û bi vê jî hewl dide çeteyên terorîst derbasî erda Rojava bike. Dewleta tirk a ku di êrîşên xwe yên bejahî de têk diçe hewl dide bi êrîşên hewayî bi ser keve.
Gel ji xeta berxwedan û azadiyê tawîzê nadin
Her çend dewleta tirk êrîşên xwe bi îdeayên weke ewlekarî û ji bo koçberan li erdên Tirkiye bi cîh bike veşêrê jî, gelek aşkere ye ku dest bi harekata paqijiya etnîkî dike. Her wiha gelek eşkere ye ku dewleta tirk li dijî gelên xwedî nasname, çand û baweriyên cuda yên li ser vê erdnîgariyê dijîn jî polîtîkaya qirkirin û koçberkirine xistiye dewre. Tevî vê rastiyê ev êrîş li pêşberî çavên hemû cîhanê di 20'emîn salvegera komploya navnetewî ya 9´ê Cotmehê de hate destpêkirin. Li dijî van êrîşên, gelên qadîm ku li ser vê erdnîgariyê dijîn wê ji xeta berxwedan û azadiyê tawîzê nedin û heta dawiyê têbikoşin. Bi çalakiyên konê berxwedanê û mêrtalên zindî ku ev bi mehane dewam dikin vê îradeya xwe nîşan didin. Îro jî bi çekên ku girtin ev yek kirin dewerê û berê xwe dan êniyên şer.
'Dewleta Tirk êrîşî nirxên şoreşa jinê dike
Li Bakûr-Rojhilatê Sûriye jin ev bi mehane bi dirûşma ‘‘Ax û rûmeta xwe biparaze, dagirkerî û DAIŞ´ê tek bibe’’ li ser piyane û di çalakiyan de ne. Dewleta tirk niha êrîşî nirxên şoreşa jinê ya rojavayê Kurdistanê dike. Lê ev nirx li ser navê mirovayê bi hêza jinan û bi hezaran şehidan, bi xwîne hatin afirandin. Bi hezaran jinên ciwan ku êrîşên DAIŞ´ê têk birin, doza xwe ya azadiyê ji şopdarên xwe re hiştin û şehîd ketin. Ji bo Rojava û tevahiya jinên cîhanê giraveke azadiyê afirandin. Jin di vê girava azadiyê de heta dawiyê dikarin di warê fikir, beden û ruhî de xwe pêş bixin. Dewleta tirk bi têgihiştina mêr û kevneşopiya xwe ya hezaran salan, ya ji bilî felsefeya cariye, fahîşe, kolê û zewaca jinê tu tiştî nas nake û êrîşî vê girava azadiyê ya jinan dike. Armanca wan ew e ku civaka azad ya bi pêşengiya jinan pêş ketiye, tune bikin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku vê girava azadiyê ku bi berdelên gelek mezin hatiye afirandin biparêzin û vê şoreşê belavî tevahiya cîhanê bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li ser bingeha kampanya “Jin Rojava diparêzin” li her derê çalakiyan pêş bixin.
Rabin ser piyan û bi berxwedana me re bibin yek
Di destpêka sedsala 21'emîn de Tirkiye dixwaze bi faşîzma ku dimeşîne mora xwe li dîrokê bixwe. Polîtîkaya dewleta tirk a her tim darbe li şansê jiyana hevbeş ya gelên Rojhilata Navîn dixe. Di heman demê de pêşî li yekbûna potansiyela şoreşgerî û nirxên demokrasiyê yê Rojhilata Navîn û nirxên demokrasî û azadiyê yê hemû gelên cîhanê digire. Bê guman em dizanin ku dewletên paşverû, dewletên NATO´yê piştgiriyê didin dewleta tirk. Ji ber vê yekê em bang li hemû tevgerên demokrat, sosyalîst, şoreşger, femînîst, anarşîst, ekolojîst yên li Rojhilata Navîn, li Ewrûpa, Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê, Emerîkaya Latîn, Asya, Afrîka û tevahiya cîhanê dikin ku vê faşîzma dewleta tirk bi berxwedanê têk bibin. Em bang li her kesên ku dibêje ez mirov im dikin ku ji bo êrîşên dagirkerî û qirkirinê ku dewleta tirk bi piştgirî û erêkirina hêzên hegemon yên cîhanê destpêkiriye rawestin, rabin ser piyan û bi berxwedana me re bibin yek.
Berxwedana hevbeş a jinan û gelan wê êrîşên faşîzan têk bibe
Nirx û bîranînên jinên Spanî, Filîstîn, Rusya, Vîetnam, Çîn, Kuba, Cezayîr, Meksîka û welatên bê hêjmar yên di şoreş û berxwedanên li dijî faşîzmê de cîh girtine bi şervanên YPJ'ê zindî bûn. Jinan ji bo nirxên li Efrînê heta dawiyê li ber xwe dan. Îro jî berxwedana hevbeş ya jinan û gelan dikare dewleta tirk rawestîne û rê li êîrîşên faşîzan bigire. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku dibêjin werin em dengê xwe, çalakiya xwe û enerjiya xwe bikin yek û pêşengî ji têkoşîna hevbeş ya gelan re bikin. BM û NATO'yê dema dewleta tirk xaka gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê dagir kir û xwest kurdan qir bike, pêşî lê negirt. Ji bo li dijî vê helwestê zextên demokratîk zêde bibibin, em banga zêdekirina çalakiyan dikin. Her weha em bang li siyasetmedar, sazî û hukûmetên ku li dijî dagirkirinê hin hewldanên wan hene dikin ku bi çalakî û berxwedanê nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Herwiha em bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'ê dikin ku di civîna xwe de van êrîşên qirêj û qirkirinê rawestînin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo dengê xwe bigihînin Konseya Ewlekariyê ya NY'ê rabin ser piyan."







