Li Ewropayê jin daketin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 11:20 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên enternasyonal li Ewropayê daketin qadan û êrîşên artêşa dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyan şermezar kirin.
 
Jinên enternasyonal ên Ewropayê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk bi daxuyaniyan şermezar kirin. Jinên Ewropayî li bajarên Brezîlya û Almanyayê daxuyaniya nerazibûyina êrîşên dewleta tirk dan.   
 
Jinên enternasyonal li Brezîlyayê herîkîn qadan
 
Daxuyanî wiha ye: Bi salan e Erdogan şerek li dijî gelê Kurd daye destpêkirin. Armanca van êrîşan çewisandina yekîtiya gelan e. Dewleta tirk dixwaze kesên ku tenê ji bo berjewendiyên wan tev bigerin bi cih bike. Erdogan rêkeftinekê bi Trump re pêk aniye ku Trump rê bide leşkerên tirk ku bi awayeke serbazî Bakûrê Sûriyê dagir bikin û Kurdên ku li civakek nû li wir ava dikin û DAIŞ jî têk bir tasfiye bikin.
Wek yekîtiyên sendîkayan, nabe ku em li hemberî , ev komkujiyên plankirî  ku kar li ser şikandina civakek a wekhev, jinparêz, ekolojîk dikin bêdeng bimînin.
 
Rêxistinên endam ên Tora Yekîtiya Sendikayên Navneteweyî ji bo piştgîrî û têkoşînê bang li hemû yekîtiyên sendîka û tevgerên neteweyî li hemû derên dinyayê ku piştgiriyê ji bo gelê Kurd bikin, dikin.
 
Jinên enternasyonal ên Almanya rabûn ser piyan
 
Her wiha jinên enternesyanol li Almanyayê rabûn ser piyan û bang kirin ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû cîhan dengê xwe bilind bike. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Şerê Efrînê baş tê bira me û dagirkeriya çeteyan didome. Dewleta Alman jî beşdarê êrîşên dewleta tirk dibe. Ji ber ku tankên li Almanya tên çêkirin û ji dewleta tirtk re tên firotin. Artêşa tirk bi çeteyên radîkal re di nav hevkariyê de ye. Niha Erdogan dixwaze herêma ewlekarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike. Lê di rastiyê de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe herêmek ewle ye, ji ber ku gelê wir DAIŞ têk bir. Projeya herêma ewlekarî tê wateya qirkirina gelan, koçberkirin û bicihkirina çeteyên li şûna gelê herêmê. Emerîka bi vekişandina hêzên xwe destûr da van êrîşan. Em weke rêxistina li Wedding û Berlîng dixwazin bînin li ser ziman ku girêdanbûyina dewleta Almanya ya emperyalîst û siyaseta şer a tirkan re hevkarê hev in.
 
Li Almanya jî çalakvan, çepgir û tevgerên aşitiyê dema dengê xwe li dijî Erdogan radikin, ji aliyê dewleta Almanya ve tên dahfkirin. Ev êrîşa ku niha pêk tê piştgirtiya DAIŞ'ê jî dike. Bila hemû cîhan bizanibe ku ev êrîş dîsa DAIŞ'ê zindî dike. Ev êrîş ax û ekolojiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xirab dike. Em ê dengê xwe ji bo aşitiyê bilind bikin. Siyaseta Erdogan digihêjê heta Almanyayê. Tirkiye dixwaze ku civaka Almanya jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em piştgiriyê didin têkoşîna Gelê Kurd.   
 
Rêveberiya Xweser ji bo nirxên demokratîk, rizgariya jinê û ekolojîyê têkoşin dike. Ew mafê xwe ji bo parastina gel bi kar tînin. Li Almanya em piştgiriya xwe bidin gelên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Em ê çalakiyen xwe pêk bînin. Ji bo azadiyê, ji bo jiyaneke azad.