Federîca Mogherînî: Êrîş tenê kêrî DAÎŞ'ê tê

  • 11:24 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî di civîna parlamentoya Ewropayê de êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Ev êrîş wê bi kêrî DAÎŞ'ê bê û dixwazin demografiyê biguherînin. Binpêkirina mafên civakî nayê qebûlkirin."
 
Parlamentoya Ewropayê ji bo nirxandina êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî awarte li hev kom bû. Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Federîca Mogherînî li Parlamenta Ewropayê di civîna awarte de ya der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivî.
 
'Dê bandoreke neyînî bike'
 
Federîca, destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê wê herêmê nearam bikin û wiha got: "Kurd li herêmê ewlekariyê dikin. Em dixwazin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de rewşeke demokratîk ava bibe û ji bo vê jî hem 28 endamên Yekîtiya Ewropayê hem jî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo dest li rewşa nû werdin ew di nava hewldanan de ne. Êrîşa Tirkan dibe ku rewşa dramatîk a li Sûriyeyê bêhtir dramatîk bike. Destwerdaneke welê ye ku bandorên wê yên neyînî wê ne tenê mirovî bin, dibe ku xwedî bandorên neyînî yên polîtîk û stratejîk bin."
 
'Tirkiye di asta navîn de dixwaze çi bike'
 
Federîca, destnîşan kir ku ew ji Tirkiyeyê dixwazin ku tavilê dawî li çalakiya leşkerî ya yekalî bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîş dikare têkiliya Koalîsyona Navneteweyî ya bi hêzên herêmî re bi taybetî bi Kurdan re bixe rewşeke bi pirsgirêk. Ev êrîş wê bi kêrî DAÎŞ'ê bê. Halbûkî DAÎŞ ne tenê li herêmê, gefê hîn jî li Yekîtiya Ewropayê û cîhanê dixwe. Haya wan jê heye ku Tirkiye di asta navîn de dixwaze çi bike."
 
'Binpêkirina mafên civakî nayê qebûlkirin'
 
Federîca Mogherînî bi bîr xist ku Yekîtiya Ewropayê ji bo penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi 3 milyar Euroyî alîkarî bi Tirkiyeyê re kirine û wiha dom kir: "Binpêkirina mafên civakên xwecihî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Bi dawîkirina çalakiyên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca wan a destpêkê ye. Divê ew giraniyê bidin ser peydakirina rêyeke çareseriyê ya di bin kontrola Yekîtiya Ewropayê de."
 
'Em guherîna demografîk qebûl nakin'
 
Federîca, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ku duşemê wê li Luksembûrgê pêk were wan ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê xwestine tevlî bibe. Her wiha Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kom bûne. Em guhertina demografîk a li herêmê qebûl nekin.