Şêniyên Kobanê ber bi Girê Spî ve herikîn
- 11:25 10 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê ber bi Kantona Girê Spî ve bi rê ketin.
Artêşa Tirk li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînor êrîş dan destpêkirin. Ji duh ve bi awayekî dijwar Kantona Girê Spî tê topbarankirin. Her wiha gundên Rojhilat û Rojavayî Kobanê û bi taybet gundê Aşmê yê Rojavayî Kobanê bi awayekî dijwar di van kêliyan de tê topbarankirin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên Artêşa Tirk û silavkirina berxwedana gelê Girê Spî û şervanên QSDê, bi sedan gelê Kobanê ber bi Kantona Girê Spî ve bi rê ketin.
Tê payîn ku wê li Girê Spî meşeke girseyî were lidarxistin.







