Projeya ku nûnertiya me nake bi ser nakeve û wê vala derkeve
- 11:36 10 Cotmeh 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Destûra me peymana me ya civakî ye ku bi xwîna Şehîdên me hat nivîsandin" ji bo destûra Sûriyeyê meşiyan. Jinên ku beşdarê meşê bûn axivîn û gotin: "Projeya ku Gelê Kurd nûnertiya wê nake, ew proje bi ser nakeve."
Li Şehbayê nevexwendina Rêveberiya Xweser ji komiteye destûri re bi sedan gelê Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Destûra me peymana me ya civakî ye ku bi xwîna Şehîdên me hat nivîsandin" meşek girseyî hate lidarxistin. Jinên ku tevlî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin.
'Komploya ser gelê kurd berdewam e'
Qadriyê Mustefa ser meşa ku hatiye lidarxistin axivî û got: "Em bi meşekê rabûne ji bo şermezarkirina avakirina komîteya Destûrî û nevexwendina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Li her deverê komplo ser Gelê Kurd tê meşandin, ji bo tunekirina Gelê Kurd. Lê em li her derê hene û em ê hebin tu carî jî nikare me tune bikin. Em ê her pê doza zarokên xwe bin û mafê xwe bixwazin."
'Em şopdarê heqîqetê ne'
Selwe Şêxo jî diyar kir ku gelê ku ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşe ew ê her bi ser bikeve û wiha got: "Em Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Serok Apo mezin bûne û dijîn. Em şopdarê rêya rast û heqîqetê ne. Dewleta Tirk bi êrîş û gefên xwe nikare îradeya gelê azadîxwaz binpê bike ji ber ku baweriya me bi hêza me heye. Êrîşên ku were li ser me em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ser bikevin."
'Projeya ku Gelê Kurd nûnertiya wê nakin bi ser nakeve'
Duhe Îbiş bi lêv kir ku destûra Sûriyeyê wê bi ser nekeve ji ber ku kurd nûnertiya wê nakin û wiha pê de çû: "Em ê her tim ser piyan bin ji bo projeya me bi ser bikeve û em bigihêjin armanca xwe ya serkeftinê. Dewleta tirk bi rêya gefan nikare Rojhilatê Firatê dagir bike, îro hemû gel li ser piyan in ew jî vîna Gelê Kurd nîşan dide. Dibe ku Efrîn dagir kirin lê em qadên xwe yên têkoşîna azadiya axa xwe terk nakin. Serkeftin a Gelê Kurd e"







