Walîtiya Amedê Nobeta Demokrasiyê qedexe kir
- 11:49 10 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Walîtiya Amedê Nobeta Demokrasiyê ya ku 53 roj in li Kolana Lîseyê li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin tên lidarxistin qedexe kir.
Di 19'ê tabaxê bi biryara Wezareta Karê Hindûrîn li hemberî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman 53 roj in çalakiyên cur bi cur li Wan, Amed û Mêrdînê tên lidarxistin. Bi pêşengiya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) li bajaran Nobeta Demokrasiyê, bi tevlîbûna parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên HDP'ê hatin lidarxistin.
Li Amedê Nobeta Demokrasiyê 53 roj in li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Îro Walîtiya Amedê, diyar kir ku dê destûr nedin çalakiya Nobeta Demokrasiyê.







