Şengalîyan li dijî êrîşên dewleta tirk meş li dar xistin

  • 11:50 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Li bajaroka Sinunê ya girdayê Şengalê bi pêşangtiya jinên Ezidî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek bi girseyî hat lidarxistin. Bi yek dengî Şengaliyan gotin:"'Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewamiya komploya navnetaweyî ya di şexsê Rêberê gelan Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz hatiye kirine.
 
Do dewleta tirk êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin. Li dijî êrîşan Şengaliyan nerazîbûna xwe bi meşê anîn ziman. Jinên Şengalê yên beşdarî meşê bûn gotin:"Em ê wekî şêniyên Ezdîxanê heta dawiyê li pişta Rojavayê Kurdistanê bin. Çawa ku dewlatên navneteweyî li dijî  îrade û vîna azad komplo pêş xistin îro jî bi reyên cuda vê komployê dixwazin bi ser bixin. Lê belê berxwedana gelan dide nîşandan ku wê têkoşîn bi ser bikeve."
 
'Em ê Kurd bi ser bikevin'
 
Jina bi navê Pakîze Celal di meşê de diyar dike ku wê rê nedin êrîşên dewlata tirk û wiha dewam kir: “ Em îro weke Kurdên Ezidî li dijî dagirkeriya dewlata tirk rabûn ser piyan. Bila her kes zanibe ku em ê tu carî rê nedin dagirkerî û faşizma dewleta tirk. Çawa di rojên zor û zehmatiyê de me gelê Rojavayê Kuridstanê li kêleka xwe dît bi me re bûn alîkar îro jî erka me ew e em li gelê xwe yê Rojava xwedî derkevin. Xwedîderkatina li Rojavayê Kurdistanê xwedîderketina li xwe ye. Dewlata tirk çi qasî bixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike lê bila bizanibe ku wê bi ser nekeve. Em ê Kurd bi ser bikevin. Bi sala ne ku dewleta tirk a ku her kesî wekî dagirker pênase dike, dixwaze destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê têk bibe û Rojava dagir bike  û tê de çeteyên xwe bi cîh bike. Bila kes xwe nexapîne. Heger îro Tirk êrîşî Rojava dikin wê sibê êrîşî Şingalê jî bikin. Bila gelê me rabin ser piyan û ji dagirkariyê re bêjin na. Ez bang li tevahiya mirovahîyê dikim bila dengê xwe bilind bikin em nehêlin ku dagirker axa me dagir bikin. Taybetî civaka Ezidî pêwîst e bi yek rengî bi yek dengî li dijî dagirkariyê rabin li berxwe bidin.”
 
'Îro erka me ye em li Rojava xwedî derkevin'
 
Edlan Şemo ya  ku dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind kir û tevlî meşê bû wiha got: “ Em weke jinên Êzidî li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne. Weke jin em ê tu carî dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin. Tiştê ji me tê xwestin  berxwedan û tekoşîn e. Şengal û Rojava yek in em ê axa xwe biparêzin û xwedî li gelê xwe yê Rojava derkevin. Heger em ranebin ser xwe û li berxwe nedin wê sibehê dagirker Şengalê û her parçeyên Kurdistanê  jî dagir bikin. Yê ku di demê zor û zehmetî  de li ser axa Şengalê şehîd dan û axa Şengalê parastin zarokên Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro erka me ye em li Rojava xwedî derkevin. Di dawiyê de ez serkeftinê ji gelê me re dixwazim. Bijî berxwedana gelan.”