'AKP ji bo li ser piyan bimîne dest bi êrîşên dagirkirinê kir'

  • 12:15 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
Berîtan Elyakut
 
AMED - Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û Remziye Tosyn ku derbarê êrîşên Atêşa Tirk de nirxandin kirin gotin "ev hewldana dagirkirinê ye." Salîha û Remziye herwiha bal kişandin ser oparasyona ku ji aliyê îtîfaka AKP - MHP'ê ve hat organîzekirin û navê wê yê 'Kaniya Aştiyê' û gotin; "Wê ev nav bibe navê rijandina xwînê, rondikên çavan û DAIŞ'ê." 
 
Piştî zextên Tirkiyeyê yên pêkanîna operasyoneke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh êrîş hat destpêkirin. Piştî êrîşên ku ji aliyê Artêşa Tirkirk ve hatin destpêkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî herêmên li ser sînor bersîv dan êrîşan. Li gel bertekên li dijî êrîşên ku hatin destpêkirin Artêşa Tirk ji aliyê bejahî  ve jî êrîşên xwe berdewam dike. Parlamenterên DHP'ê Salîha Aydenîz û Remziye Tosun jî ev êrîş wekî "dagirkirin" nirxandin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku bertekekên cidî li dijî van êrîşan tên nîşandan, anî ziman ku di serdema Efrînê de jî hatibû gotin "Em bi gûman in û bi xemgînî temaşe dikin" lê tênê bi vê bi sînor man û pêvajo hat berdewamkirin. 
 
'AKP û MHP dixwazin temenê îktîdara xwe dirêj bikin'
 
Salîha di axaftina xwe de got ku tifaqa AKP -MHP'ê dizanin ku êdî nemakarin welat rêve bibin û ji ber wê jî dixwazin temenê îktîdara xwe dirêj bikin. Salîha wiha berdewam kir: "Êrîşan bi bombekirina herêmên sivîl li wan bûn dest pê kirin.  Ev jî polîtîkayên qirkirinê ne ku dixwazin sivîlan qir bikin û cihê lê dijîn vala bikin. Berê jî ji aliyê tevahiya cîhanê vedihat zanîn ku tirkiye piştgiriya DAÎŞ'ê dike û çekan dide wan. Niha tişta ku DAÎŞ'ê nikaribû bikira Tirkiye dixwaze bike." 
 
'Hem tê şer bikî hem jî aştiyê bixwazî'
 
Salîha anî ziman ku bi van êrîşan hem dixwazin penaberan li cihên vala dikin bi cih bikin, hem jî dixwazim demografiya herêmê biguherîn û wiha got: "Bi van êrîşan dibêjin 'di bedêla kurd bibin cîranên me bila çete bibin cîranê me'. Tişta li Efrînê hat kirin û tê kirin me hemûyan dît û em dibînin.  Hemû cîhan li pêkanînên çeteyan ên tacîzî, tecawiz, talan û wêrankirinê temaşe dike.  Niha jî armanc wekî li Efrînê dagirkirin û mayîndekirin e. Ev ne Kaniyên Aştiyê ev tevgera  rijandina xwînê, rondikên çanv û mayîndekirina DAÎŞ'ê ye. Hem tu dê şer bikî û hem jî bibêjî aştiyê bixwazî.  Ev nayê qebûlkirin. "
 
'AKP ji bo li ser piyan bimîne dest bi êrîşên dagirkirinê kir'
 
Parlamentera DHP'ê Remziye Tosun jî diyarkirin ku AKP bi êrîşên ku li dijî kurdan pêk tîne hemû gelan hedef digire. AKP Ji bo li ser piyan bimîne ev êrîş da destpêkirin.  Remziye anî ziman ku şer ji bilî rondikên çavn û êşê tu tiştekî din nayene  û wiha berdewam kir: "AKP wekî hincet ji bo xwe DAÎŞ nîşan dide û bi navê ku dibêje 'Kaniya Aştiye' dagirkirina axa Rojava dixwaze meşrû bike."