Xwendekarên Efrînê: Em ê ji bo doza xwe şer bikin

  • 12:41 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tevgera Xwendekarên Efrînê daxuyanî dan û gotin: "Em bêdengiya dewletên navnetewî û mafê mirovan şermezar dikin û piştgiriya hêzên YPJ/YPG‘ê û QSD'ê dikin. Em ê ji bo maf û doza xwe şer bikin."
 
Di 9'ê Cotmehê de artêşa tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Li Kantona Şehbayê Tevgera Xwendekarên Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi sedan xwendekar amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Sîdre Memo ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de êrîş bi tund hat şermezar kirin û daxuyanî wiha dom kir: "Bi dubarekirinê hovîtî, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em weke xwendekarên kampa li Şehbayê van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk armancê wan, dixwaze xaka me dagir bike û komkujiyan li ser gelê me pêk bîne, lê belê ev hemû plan in. 
 
Ji xwîna zarokên kurd têr nebûn 
 
Her wiha dixwazin li ser sînorên Bakurê Kurdistanê guhartinên demografî çêbikin û li şuna gelê herêmê dixwaze netewên din, bi cih bikin û hewildidin herêma ku 5 milyon mirov ji hemu pêkhateyan yên ku bi aramî jiyan dikirin û wekheviya gelan têk bibin. Her wiha dixwaze Gelê Kurd li hemu deveran tune bike û careke din komkujî û projeyên li Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike, dewleta Tirk ji xwînê zarokên kurd têr nebûye.
 
Bedengiya navnetewî şermezar kirin
 
Em weke xwendekarên şoreşger bêdengiya dewletên navnetewî û mafê mirovan şermezar dikin û piştgiriya hêzên YPJ/YPG‘ê û QSD'ê dikin û em dibêjin tucarî bêdeng namînin û dijmin nikare vîna me bişkîne, ji ber ku em vîna xwe ji gelê xwe yê berxwedêr digrin. Heya şoreşgerek li ser vê axê heye em ê ji bo maf û doza xwe şer bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bimre îxanet" û "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.