Li Amedê welatî û parlementerên HDP’ê hatin derp kirin

  • 13:19 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Girseya ku nehiştin bikevin avahiya HDP'ê ya Amedê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan bi cop û ava şid mudaxaleyê girseyê kir. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Dersim Dag, Musa Fariogûllarî û welatî hatin derpkirin û gelek kes hatin binçavkirin.
 
Di 19'ê tabaxê bi biryara Wezareta Karê Hindûrîn li hemberî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman 53 roj in çalakiyên cur bi cur li Wan, Amed û Mêrdînê tên lidarxistin. Bi pêşengiya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) li bajaran Nobeta Demokrasiyê, bi tevlîbûna parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên HDP'ê hatin lidarxistin. 
 
Li Amedê Nobeta Demokrasiyê 53 roj in li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Îro Walîtiya Amedê, diyar kir ku dê destûr nedin çalakiya Nobeta Demokrasiyê. Girseya ku hat astengkirin xwestin bi meşê biçin avahiya Rêxistina HDP'ê ya bajêr, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Girse li dijî astengiya polîsan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê dê bi ser kevin" dest bi meşê kirin. Ligel astengiya polîsan girse bi maşineyên xwe gihaştin avahiya HDP'ê. 
 
Ligel dorpêçkirina avahiya HDP'ê, polîsan nehişt girse bikeve hindûrê avahiyê. Girse li dijî vê yekî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan bi ava şîd êrîş bir ser girseyê. Gelek kes hatin derpkirin û hatin binçavkirin. Her wiha êrîş birin ser rojnamegeran û nehiştin dîmen û wêne bên kişandin. 
 
Ceylan Aslan, Nevriye Çur, Emîne Kaya, Şehriban Zugurli, Tahsin Donat, Îbrahim Kaya, Mehmet Saît Demîr, Hevserokê HDP'ê yê bajêr Zeyyat Ceylan û Abdulbarî yê ku paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.