Weqfa Aştiyê banga ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin kir

  • 13:24 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Weqfa Aştiyê diyar kir ku şer tê wateya mirin û kavilbûnê û banga bila ji bo aştiyê her kes dengê xwe bilind bike kir.  
 
Lijneya Rêveberiya ya Weqfa Aştiyê, derbarê êrîşên qirkirinê yên lidijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî ya bi sernavê "Banga Aştiyê" weşand. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku şerê li Sûriyeyê yê 9 sale berdewamdike, hatiye merhaleyeke nûh û wiha hat gotin: ""Tirkiye ketiye dema xwe ya zor û zehmet. Civak bi guman e. Ji aliyê dewletên herêmê ve daxuyaniyên xemginiyê û bangên aramiyê tên kirin. Êrîşa leşkerî dê salên dûr û dirêj li ber dijminiya bi cîranên me re veke. Bi vê yekê di navebera gelên qedîm ên kurd, ereb û tirk de hestên dijminane wê pêk bên. Jixwe şer mirin û hilweşandin e. Di dîrokê de tu demê şer pirsgirêk bi awayekî mayînde çareser nekiriye. Ji bo çareseriyê li şûna avakirina 'Herêma Ewle' divê serî li diyalogê bê dayîn û aştî bê tercîhkirin. Werin em bi hev re ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin."