Sivîlên Reqayê yên ku berê xwe didan Girêspî hatin hedefgirtin

  • 13:44 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
GIRÊSPÎ - Sivîlên bajarê Reqayê yên ku berê xwe didan Girêspî da ku bibin mertalên zindî û helwestên xwe li hember êrîşan nîşan bidin hatin hedefgirtin. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji destan dan û bi dehan birîndar jî hene.
 
Îro di saetên sibehê de şêniyên sivîl ên herêmên rizgarkirî li reqayê berê xwe dan Girêspî da ku piştgiriya gelê herêmê bikin û li dijî êrîşên tirkiyeyê helwestên xwe nîşan bidin hatin hedefgirtin. Di encamê êrîşan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û li gorî agahiyan bi dehan birîndar jî hene.