Şanaz Îbrahîm: Divê bala me li ser Rojava be
- 13:55 10 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsa Navenda Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm ji bo piştgiriyê çû serdana Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê Şanaz diyar kir ku divê Kurd nakokiyên xwe danîn aliyekê û bala wan li ser Rojava be.
Berpirsa Navenda Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm bi armanca nîşandana piştgiriya ji bo berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana Nûnertiya Xwerêveberiya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê. Şanaz Îbram ji aliyê endamên nûnertiyê û Nûnera Nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl ve hate pêşwazîkirin.
Piştî serdanê Berpirsa Navenda Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên li ser operasyona leşkerî ya dewleta tirk anî ziman û wiha got: "Van êrîşan her kes bêzar kiriye. Fikar di vê yekê de ku ev tawanên henê li ber çavê dinyayê rû bidin û bê helwest bin. Pêwîste Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê piştgiriyek tam bide Rojava. Daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî bikin ku di zûtirin demê de biryara avakirina herêma aram dijî firînê li Rojava ava bikin."
Berpirsa Navenda Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava yekgirtina Kurdan girîng dît û wiha domand: "Nabe em daxwaza helwestê ji welatiyên derve bikin, lê em bi xwe ne yekgirtî bîn. Pêwîste ji berî her tiştî em hev bigirîn. Nakokiyan danîn aliyekê û dest bidin hev û bala me li ser Rojava be. Ji bo piştgiriya Rojava yekgirtî bîn."







