Li Kobanê Partiyên siyasî derbarê êrîşan de daxuyanî dan
- 13:58 10 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên Artêşa Tirkên qirkirinê li ser sînorê Bakurê Sûriyê, partiyên siyasî li Kobanê daxuyaniyek dan.
Artêşa Tirk ji duh ve bênavber herêm û bajarên bakurê sûriyê bi armanca qirkirina kurdan bombebaran û topbaran dike. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan partiyên siyasî yên yên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Partiya Demokratîk a Kurd Sûriye (PDKS) Nihad Ehmed ve li qada jina azad hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Artêşa Tirk û komên girêdayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca qirkirina kurdan bi awayekî dijwar topebarana ku daye destpêkirin berdewam dike. Li vê herêma ku her kes bi awayê wekhev dijî bi hezaran koçberên ji Sûriyê ku ji ber şer koçberbûn bi cih bûn. Her wiha van şervanan li pêş terorîstên herî mezin çeteyên DAIŞ şer kirin. Lê ger ku êrîş berdewam bikin wê çeteyên DAIŞ'ê li Bakurê Sûriyê bi awayekî lez belav bibin.
Em êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezardikin. Banga me ji bo civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ereban re ye ku rê li pêşiya karaseta mirovahiyê bigirin. Her wiha em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her çarparçeyên Kurdistanê dikin ku bi hemû hêz û dengê xwe li dijî bêdengiya cîhanê çalakiyan li dar bixin, ji bo ku zextê li civaka navneteweyî bikin ku ev topbaran were sekinandin.
Em wek partiyên siyasî soz didin gelê xwe ku di van demên dijwar de li pişt wan bisekinin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên şoreşger. "
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî QSD" bi dawî bû.







