Dayikên Navçeya Til Temirê: Rabin ser piyan, dem dema berxwedanê ye
- 14:18 10 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Dayikên Navçeya Til Temirê teqez kirin ku çawa hêzên QSD'ê, DAIŞ têk bir, dê rê nede ku Tirkiye têkeve xaka Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê.
Artêşa Tirk duh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest liv û tevgerên leşkerî kir û bi balafirên şer û obusan herêm da ber bombeyan. Di bombebaranan de sivîl hatin hedefgirtin. Dayikên Navçeya Til Temir êrîş û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin û gotin: "Em ê rahêlin çekan û li hember dijmin bisekinin. Erdogan êrîş dike, em ê jî parastina xwe bikin."
'Em dev ji xaka xwe bernadin'
Dayika bi navê Celîla Mihemed a 70 salî ye, êrîşên Artêşa Tirk şermezar kir û got: "Em xwediyê vê xakê ne, me xaka xwe ji terora DAIŞ’ê rizgar kir, dewleta Tirk niha bi rûyê xwe yê eşkere êrîşî welatê me dike. Ew dixwaze destek bide çeteyên xwe yê şaneyên razayî, lê bila bizanibe ku em dev ji axa xwe bernadin û em ê parastina xwe bikin."
'Em ê bi şervanên xwe re mil bi mil li dijî artêşa dagirker şer bikin'
Dayika bi navê Edilê Tahir a 66 salî ye teqez kir ku çawa Hêzên QSD’ê DAIŞ têk bir ew ê nehêle leşkerên dewleta tirk jî têkeve nava axa me û wiha got: "Em li pişta şervanên xwe ne, bila şervanên me bizanibin ku em ê di çeperê şer de mil bi mil bi wan re şer bikin û rê nedin dijmin."
Edilê got: "Em li ser xaka xwe dijîn. Em doza mafê xwe ya xwezayî dikin ku em jiyanek azad li ser rûyê erdê bijîn. Dewleta tirk tu carî bi ser nakeve û em ê şev û roj şiyar bin heta em dagirkeriya tirk bisekinînin û Rêber Apo Azad bikin."
'Dem dema berxwedanê ye'
Edlê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bombebarana Artêşa Tirk û hedefgirtina sivîlan û wiha domand: "Erdogan êrîş dike bi armanca tunekirina gelê herêmê. Îro em ber çavan dibînin ku nexweşxaneyên me birîndarên sivîl derman dikin. Gelo ka mafê mirovan? Ez wekî dayikekê bang li tevahî gelê azadîxwaz û xwedîwijdan dikim ku rabin ser piyan û li dijî dagirkeriya xaka me şer bikin. Dem dema berxwedanê ye."







