Jin û zarokên Serêkaniyê: Em ê xwedî li axa xwe derkevin
- 14:28 10 Cotmeh 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Jin û zarokên Navçeya Serêkaniyê tevî top û tankan her wiha balafirên ku navçeyê topbaran dike, bi îsrar in ku li ber xwe bidin. Jin û zarok dibêjin: "Em li ser vê xakê hatin dunyayê û em ê li vir jî rûmet bijîn û li ber xwe bidin."
Duh saet di 16:18'an de dewleta tirk liv û tevgerên xwe yên leşkerî li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyetê, dan destpêkirin. Ji duh ve balafirên dewleta tirk xaka Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bombebaran dike, lê rastî bersivdayîna hêzên QSD'ê û gelê ku çek rakir û di çeperan de li ber xwe dibin, hatin. Di encamê de yên jiyana xwe ji dest dan û birîndar çêbûn.
Îro em li kolanên navçeya Serêkaniyê geriyan me nêrînên dayik û zarokan girtin.
'Min biryara berxwedanê da û ez ê li ber xwe bidim'
Cemîla Yûsif dayika 65 salî ye ku heta vê kêliyê li bajêr maye û li kolana xwe parastinê dike û wiha got: "Va ye Erdogan ez ji mala xwe der neketim û dernakevim jî, tu yê werî me qetil bikî? Ji bîr neke ku nifşên nû yê rabin ew ê tola me hilînin û dîrok jî tucarî te efû nake. Em li bajarê xwe bi aramî dijîn. Erdogan çi ji me dixwaze? Heta dawî jî ez ê li ber xwe bidim."
'Ez nikarim êdî hevalên xwe re bilîzim û biçim dibistana xwe'
Zarokê bi navê Mihemed Eymen jî tevî malbata xwe ya Helebî li mala xwe mane û biryara berxwedanêda ne wiha dibêje: "Erdogan tu çi dixwaze? Êdî ez nikarim biçin dibistana xwe. Ji ber topên wî ez nikarim bi hevalê xwe re jî bi aramî bilîzim. Em şer naxwazin, bila Erdogan dûr biçe."
Di heman demê de jî niha şêniyên Serêkaniyê tevî metirsiyên li ser wan jî, firoşgehên xwe vekirine.
Li aliyekî din jî şervanên QSD'ê bi kolan kolan û tax tax parastina gelê xwe ji top û balafirên dewleta tirk, dikin.







