Li Wanê Nobeta Demokrasiyê hate astengkirin

  • 14:35 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hatiye destpêkirin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. 
 
Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hatiye destpêkirin û îro di roja xwe ya 54’emîn de berdewam kir ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Habîp Eksîk, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatiyan xwestin ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Riyarmuşê daxuyaniyê bidin. Lê girse ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Girseya hat astengkirin bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bersiv da astengiya polîsan. 
 
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, bi êrîşa tund a polîsan re rûbirû ma.  Umît ê bertek nîşanî polîsan da  got: " Tirkiye ji aliyê serdestên ku dûrî qanûnan ketine ve tê rêvebirin. Hûn dikarin me binçav bikin, lê hûn nikarin me di avahiyan de bidin sekinandin. We ev welat anî kîjan astê. Hûn eşkİya ne? Ev der avahiya partiya siyasî ye û hûn nikarin êrîş bikin.” 
 
Girse piştî daxuyaniyê derbasî avahiya HDP'ê bû, çalakî bi dawî bû.