'Em natirsin, em ê axa xwe biparêzin'

  • 15:21 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk bûn, wiha gotin: "Em îrade ne, em hêz in, em ê xaka xwe biparêzin."
 
Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê gel li qadan in, jinên tevlî meşa îro bûn bertekên xwe nîşan dan. Jinan gotin:"Em natirsin, em ê axa xwe biparêzin."
 
Henîfa Hesen diyar kir ku Erdogan gelê sivîl nas nake û bi çi awayî be wan bombebaran dike û wiha domand: "Zarokên biçûk û gelên sivîl bi balafiran tên bombebarankirin. Heger ew dibêje ew ê me bitirsîne, ew nikarin. Heta niha me digot aşîtî, lê Erdogan aşîtiyê naxwaze, yê ku aşîtiyê naxwaze nikare şer jî bike, lê em dikarin her duyan jî bikin."
 
'Kes nikare agirê berxwedana me vemirîne'
 
Henîfayê wiha domand: "Kes nikare agirê berxwedana me vemirîne. Em dayîk in, em têkoşer in. Bi hezaran mirov kuştin û bi komkujiyan  rû bi rû hiştin. Ev hemû ji te re namîne. Zaroka sê mehî tê kuştin. Dibêjin Erdogan musliman e, yên musilman em in em. Heta tu nebe 'Em natirsin em jin in em têkoşer in."
 
Emîna salih jî wiha got :"Em ji tank û topên wan natirsin. Em ji îradeya xwe bawer in. Em bi hêza xwe li qadan in. Em tevahî dewletên bêdeng şermezar dikin, ku êşa vî gel î dibînin û bêdeng dimînin. Em ê jî ji bo ax û rûmeta xwe li pişt şervanên xwe heta dawiyê têkoşîn bikin."