Rêveberiya Xweser banga hestiyariyê kir
- 15:25 10 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê daxuyaniyeke nivîskî da.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), welatên ereb, rêxistinên mafên mirovan û saziyên çapameniyê kir û ji wan xwest ku peywirên xwe ya mirovî bi cih bînin.
Di daxuyaniyê de dîroka destpêkirina êrîşan hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku di encama êrîşên hovane de hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest daye, bi dehan jî birîndar bûne û li Qamişlo, Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê mizgeft hatine bombebarankirin. Di berdewama daxuyaniyê de êrîşa Tirkiyeyê weke " dagirkirin" hat nirxandin û hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê zerareke mezin gihîştiye cihên sivîl lê ne û hat diyarkirin ku li dijî van êrîşan berxwedana gelên herêmê didome.
Rêveberiyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li qada navneteweyî kir: "Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên bi armanca veguhartina demografiyê tên kirin, şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî, KENY, welatên ereb, rêxistinên mafên mirovan û saziyên çapameniyê dikin û ji wan dixwazin ku peywirên xwe yên mirovî bi cih bînin."







