Sivîl çûn hawara Serêkaniyê û Girêspî
- 15:56 10 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ- Kesên sivîl yên ku çûn hawara Serêkaniyê û Girêspî bi bombearana Artêşa Tirk re rûbirû man û jiyana wan dixeterê de ye.
Dewleta tirk a êrîşkar bi hemû hêza xwe êrîşî navçe û bajarên Bakurê Sûriyê dike. Îro di seetên sibê de kesên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo biçin hawarê berê xwe dane Serêkaniyê û Girêspî. Sivîlên ku ji bajarê Reqayê, Tebqa, Minbic berê xwe dan Girêspî û xwestin ku daxuyaniyê bidin. Kesên ku ji bo daxuyaniyê kom bûn hatin hedef girtin û bombebarankirin. Her wiha Şêniyên Cizîrê ku xwestin biçin serêkaniyê jî bi êrîşê re rûbirû man û hatin topebarankirin.
Sivîlên ku bi bibebaranê re rûbirû man jiyana wan di xeterê de ye.







