Nisêbîn bû hedefa bombeyan
- 17:03 10 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku Artêşa Tirk êrîş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Qamişlo - Nisêbînê di encama bombebarana hat kirin de bomeyan îsabetî avahiyên TOKÎ'yê û dibistanekê kir û di encamê de du jê zarok 3 kesî jiyana xwe ji dest da. Herwiha hat ragihandin ku li dora 25 kesî jî birîndar hene.
Piştî êrîşên Atêşa Tirk ên ll dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku nêzî sînorê Qamişloyê ye bombeyek li avahiya TOKÎ'yê û dibistanekê ket. Di encama bombeyê de 2 jê zarok 3 kesî jiyana xwe ji dest da û li derdora 25 kesî jî birîdar hene.
Cihê bûyerê ku hat îdakirin birîndar lê zêdtirin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Herwiha hat ragihandin ku li gelek deverên din ên navçeyê jî bomeyan îsabet kiriye.







