Şêniyên Til Temirê berê xwe didin Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn

  • 18:21 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şêniyên Navçeya Til Temirê berê xwe didin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn da ku xwînê bidin birîndarê Serêkaniyê.
 
Duh artêşa tirk bi balafir û çekên giran êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Heyva Sor  a Kurdî birîndaran radikin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê .
 
Ji ber pêwistiyê nexweşxaneyê bi xwînê heye, gelê Navçeya Til Temir û Gundewarê wê berê xwe didin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn û xwînê didin.
 
Her wiha Endamê Heyva Sora a Kurdî Mihemed Yezen bang li tevahî welatiyan dike ku bi erkê xwe yê wicdanî û exlaqî rabin û berê xwe bidin nexweşxaneyên nêzî wan û xwînê bidin welatiyan.