Emîna Memo: Sivîlan hedef digirin, kanî wîjdanê mirovahiyê?

  • 18:39 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina ji Kobanê ya bi navê Emîna Hec Memo ku bû şahida şerê Kobanê yê 2014'an û niha li Serêkaniyê ji ber êrîşên delweta tirk neçarî derketina ji bajar bû, wiha dibêje:"Dema ku DAIŞ'ê  êrîşî Kobanê kir, Erdogan li ku derê bû? Îro Erdogan çima sivîlan qetil dike û cîhan çima bêdeng e?"  
 
Îro Balafirên artêşa Navenda Bajarê Serêkaniyê topbaran kir. Di encamê de 4 kes birîndar bûn û niha Nexweşxaneya Roj tê hedefgirtin. 
 
Emîna Hec Memo ku bi eslê xwe ji Kobanê ye û  li Serêkaniyê dijî, îro ji neçarî û ji ber topbarana balafirên dewleta tirk ên li ser sivîlan, tevî zarokên xwe berê xwe da cihê ewle.
 
'Sivîlan hedef digirin'
 
Emîneyê wiha got: "Niha hevserê min di nava şer de ye û li ber xwe dide. Zarokên min biçûk in, ez neçarî derketinê mam, ji ber ku Artêşa Dewleta Tirk bê serû ber navenda bajêr û sivîlan hedef digire."
 
'Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir Erdogan li ku bû'
 
Emîneyê wiha dewam kir: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin, mirov serjêkirin û zarok qetil kirin sêwî bê dê û bav hiştin tu li kuderê bû Erdogan? Îro tu bi çi mafî sivîlan hedef digirî û wan dikî qurbana berjewendiyên xwe? Niha sivîl tên hedefgirtin û cîhan bêdeng e, şerm e  ji cîhanê re, îro mirovahî tê qetilkirin û hûn bêdengiya xwe diparêzin."
 
'Armanc zindîkirina DAIŞ'ê ye'
 
Emîneyê di dawiyê de ev yek anî ziman: "Armanca êrîşên Erdogan ew e ku DAIŞ a bi xwîna şehîdên me hatiye têkbirin, zindî bike. Da ku dîsa xeterî li ser herêmên me zêde bibe."
 
Artêşa tirk bi giranî navenda bajarê Serêkaniyê topbaran dike.