Ji RTUK’ê daxuyaniya 'Bêdengkirinê'
- 18:49 10 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - RTUK'ê têkildarî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û xwest çapemenî di elehê operasyonê de nûçe çêneke. RTUK, xwest yên li dijî operasyonê nûçe çêke jî bê bêdengkirin.
Piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de fermana operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, arteşa tirk bi balafirên şer û obusan herêm bombe kir. Piştî gelek welatiyên sivîl di encama bombebarandinê jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn, Saziya Jor a Radyo û Televizyonan (RTUK) daxuyanî da û xwest yên li dijî operasyonê û armanca operasyonê nûçe çêkin bên bêdengkirin. RTUK'ê da zanîn nûçeyên di nava civakê de înfalê çêkin neyên çêkirin û xwest nûçeyên di elehê Tevgera Eskerî ya operasyonê de nûçe neyên çêkirin. RTUK'ê daxuyani da ku yên di elehê tevgêr û operasyonê de nûçe çêkin wê bên bêdengkirin û gef xwar.







