Saziya Tendirûstî ya Mexmûrê komploya 9 cotmehê şermezar kir

  • 19:55 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Bi boneya 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê endamên Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek komployê şermezar kirin.
 
Bi boneya 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêkhatî, endamên Komîteya tendirustiyê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê komplo şermezar kirin. Daxuyanî li navenda nexweşxaneya wargeha Penaban a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Tendirustiyê Dîmen Bilen ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya Komîteya Tendirûstî ya Mexmûrê wihaye;
 
“Weku tê zanîn ji berî 21 salan wekî rojekî îro bi hevkariya hêzên cîhanî yên dagirker ji bo rêbertiya me û pêşengên Şoreşa Kurdistanê bên dîlgirtin û şoreşa nûjen ya gelê Kurdistanê ku bi pêşengiya  Rêber Apo bitepsîne û dawî li hêviya gelê Kurd ya azadiyê bînin komployekî mezin ku mînaka wê di cîhanê de neyî xistin dewrê û heya vê kêliyê jî ev komplo di meryetê de ye û negihaye armanca xwe. Berxwedana Rêber Apo li giravê, ya gel li qadan ya şervanan ji li çeperan de wê heya mîsogerkirina Rêbertiyekî azad û Kurdistanekî xweser berdewam bikin, bê guman serkeftin ya gelê bindest û berxwedêre.”