60 siyasetmedarên Ewropî nerazîbûn nîşanî operasyonê dan
- 20:38 10 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 60 parlementerên Ewropî bi deklerasyoneke hevpar nerazîbûn nîşanî operasyona leşkerî a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, da û gotin: "Daxwaza demildest dikin ku êrîşên artêşê bên rawestandin.”
60 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PE) operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir, diyar kirin ku demildest divê êrîş bê rawestin. Di deklerasyona hevpar a 60 parlementeran de wiha hat gotin: “Di kesayetiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rêveberên Tirk de ji ber vê êrîşê mehkûm dikin. Bi bîra Yekîtiya Ewropayê dixin ku QSD di koalîsyona hevpar a li dijî DAÎŞ’ê hatiye avakirin de cih digire. Rayedarên DYE’yî yên di bin rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trûmp de ku ji ber mutefîkê xwe tenê hiştiye, derfet dayîna artêşa Tirk êrîş bike şermezar dikin."
Parlamenteran bang li Parlementoya Ewropa, Komîsyona Ewropa, Konseya Ewropa kir ku êrîşan bidin rawestandin û wiha hat diyarkirin: " Daxwaz ji Yekîtiya Ewropa dikin ku di warên aborî û dîplomatîk de gûşaran li ser Tirkiyeyê bide sepandin. Daxwaz ji Yekîtiya Ewropa dikin ku li dijî hemû krîzên mirovî ji bo têkoşînê tedbîrên pêwîst bên pêkanîn. Daxwaza demildest dikin ku êrîşên artêşa Tirk bên rawestandin.”







