Li Mexmûr û Kelarê çalakiyên şermezarkirinê
- 21:08 10 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmûr û Kelara Germiyanê li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur Rojhiatê Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.
Ji bo şermezarkirna operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur Rojhiatê Sûriyeyê, li Mexmûrê meş hat lidarxistin, daxuyanî hat dayîn û her wiha li navçeya Kelara Germiyanê jî çalakiyek hat lidarxistin.
Bi hezaran şêniyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî meşek li dar xistin. Meş ji ber deriyê Şaredariya wargehê dest pê kir û heta li Navenda Çand û Hunerê bi dom kir. Li vê derê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn, daxuyanî ji aliyê endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Leheng Kara ve hate xwendin û wiha hat gotin: "Dewleta dagirker a Tirk vê carê jî êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Êdî kêr gihaye hestî. Em bang li ciwanên Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ciwanê Ewropa dikin ku bên em bi hev re li dijî dewleta Tirk têbikoşin û li ber xwe bidin. Em hemû ciwanan vedixwînin li dijî dagirkeriyê tevlî berxwedanê bibin.”
Li Kelarê jî çalakiya nerazîbûnê
Şêniyên navçeya Kelar navenda îdareya Germiyanê li dijî operasyona leşkerî çalakiyeke nerazîbûnê hat lidarxistin. Di saetên êvarê de li ber Parka Leyla Qasim a li Kelarê welatî ji bo piştgiriya gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya nerazîbûnê de daxuyani hate dayîn û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê tevayî gelê Kurd li her çar parçên Kurdistan û seranserî welatên cihanê ji bo piştgiriya Rojava rabin ser piyan."







