Li Ranya û Qeladizê operasyon hat şermezarkirin
- 21:44 10 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina operasyona leşkerî yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Ranya û bajaroka Qeladizê çalakî hatin lidarxistin.
Di saetên êvarê de li navçeya Ranya û bajaroka Qeladizê gel daket qadan û êrîşên arteşa tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: "Artêşa tirk bi hemû hêza xwe êrîşek dagirkeriyê li dijî destkeftiyên Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê daye despêkirin û armanca êrîşan jî ji holê rakirina destkeftiyên Gelê Kurde. Ev êrîş ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye di heman demê de êrîşeke li ser tevayî destkeftiyên Gelê Kurd. Ji bona wê divê tevayî aliyên siyasî, welatî, hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşan bikevin nava tevgerê û helwestek tûnd nîşan bidin."







