Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivîlan girtin
- 21:55 10 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivilan girtin.
Operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn de didome. Operasyon li seranserî sînor belav bû. Arteşa tirk li hemberî Girê Spî, Qamişlo, Serêkaniyê, Kaniya Qezalan bê navber topan davêje navenda bajaran. Piştî şer zêde bû, rayedaran deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li sivîlan girt.
Rayedaran bi hinceta "Wê êriş pêk bê" deriyê nexweşxaneyê li sivîlan girt. Nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatin kirin. Biryar li ser hesabe medya civakî ya Şaredariya Nisêbînê hat parvekirin. Rayedaran xwest ji bo derzî û serûman welatiyên nexweş dikarin biçin Kabîneya Tenduristiyê ya Şaredariyê û dikarin serî li telefona 0482 415 01 20 bidin.







